Li wîlayeta Tirabzonê li Tirkiya hin çalakvanên ciwan ên civaka sivîl mangirtineke piştgiriya bobilata penaberên Sûriyê girêdan, piştî dîtina termê Alan pêr li ser perava Tirkiyê piştî niqombûna keleka wan di derya Îca de dema dixwestin xwe bigihînin Yonanistanê.
Ku wan çalakvanan ji bona derbirîna hevxemiya xwe bi Alan ê temen sê salî re, bo mawê 10 xulekên bêdeng li ser peravê derya reş xwe li ardê dirêj kirin.
Tê zanîn ku termê Alan li beyaniya roja çarşemê li ser qeraxê bordromê li ser derya Reş hat dîtin piştî noqbûna keleka wan, û li ser vê bûyerê polîsên tirkiyê çar qaçaxçî yên guman bi gunehkariya wan heye girtin û herçar kes bi regez Sûrî ne.
Îro roja înê termên herdu zaokan Alan û Xalib ligel dayîka wan li Kobanê bi xakê hatin sipartin, bi beşdariya karwanekî dirêj ji otombêlan ku ligel bavê Alan ji havîngeha Bordomê ya deryayî (başûrê rojavê Tirkiyê) cihê lêqewmîna bobilatê bi rê ketin heta gihiştin sînorê Sûriyê, û desthilata xwecihî li Kobanê ew bi “Şehîdên Kobanê” binav kirin, ji ber ku wan jiyana xwe ji ber reva ji şer winda kir.
Jêder:Hevbendî+Wekalat