Duhî şandek ji Hevbendiya Niştimanî ligel cêgirê Wezîrê derve yê Rûsiyayê Mîxaîl Boxdanov û şandek siyasî ya wezareta derve ya Rûsiya civiya, û têde mijara şiyana lidarxistina kongirê Jinêv 3 hat gengeşekirin.
Şanda Hevbendiyê diyar kir ku helwesta wan ji Jinêv 2 erênî bû, lê serhişkiya rêjîma Esed û sûrbûna wê li ser helwestên xwe, bû egerê têkşikadina kongir.
Şanda Hevbendiyê tekez kir ku pêwîste ajendên civînê bêne zelalkirin li pêş destpêkirina gotubêjên Jinêv 3, û herwiha ku pêwîste di serî de daxuyaniya Jinêv1 bi temamî bête bicih kirin ya tekeziyê li ser avakiirina desteyeka fermanrewiya veguhêz bi hemû desthilatdariyan dike, eger ne weha be rêjîma Esed wê bimîne li ser hîlebaziyan û derbaskirina demê ji bona negiheştina ti çareseriyek siyasî di Sûriyê de.
Herwiha di hevdîtinê de mijara jinavbirina terorê hat gengeşekirin, û şanda Hevbendiyê tekez kir ku kêşeya terorê çareser nabe berî çareserkirina kêşeya rêjîma Esed ya zordest, û herwiha tekez kir ku statîjîka jinavbirina terorê destpê dike bi damezrandina desteyeka fermanrewiya veguhêz.
Herwiha tekezî hat kirin ku nabe Îran beşdariyê di gotubêjên Jinêv de bike bê danpêdan bi daxuyaniya Jinêv ya tekest dike li ser damezrandina desteya fermanrewiya veguhêz, û şanda Hevbendiyê daxwaz ji Boxdanov kir bi destnîşankirina nûnerekî herdemî li rex opozisyona Sûriyê ji bona zêdekirina pêwendiyan bi Rûsiya re.
Jêder:Hevbendî