Tîmên di xola Kûpa Şroreşa Sûriyê de beşdar, di roja sêyemîn ji xolê, bi amadebûna werzişên Sûrî yên destûpî hatine birîn ji ber pirosesên bombebarana Rûsî dijî deverên sivîlan û dijî avahiyên jîndariyê ji destpêka dijminkariya wê li ser Sûrîyê yaku ji pênc salan de armanc dike berdewam e.
Ev gera lîstikan yaku li bajarê Gazî Entab ya Tirkî bi rêxistinkirina Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî û serpereştiya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî birêket, ew jî bi boneya bîranîna pêncemîn ya dijminkariya Rûsî li ser gelê Sûrî, û bi beşdariya 16 tîmên Sûrî didome.
Û Emîndarê Giştî yê Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî, Ehmed Cemîl Elelî, dît ku kûpa şoreşa Sûrî wek rûbirûbûneke mezin e li hember dijminkariya Rûsî li ser gelê Sûrî, yaku ji pînc salan de bûye sedema kuştin û koçberkirina bi melyonên Sûrî, di nav de bi deha werzişvan hebûn, û bû sedema wêrankirina hejmarek ji avahiyên werzişî yên Sûrî.
Û diyar kir ku Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî, ji salên şoreşê yên yekemîn de li ser avakirin û damezrandina saziyên werzişî dixebite, daku di xizmeta behreyên xortan keve, û karibe pêşde here û beşdariya pêşbirkên pêşerojê bike, û tekez kir ku komîte di riya çalakiyên ku pê radibe re, û di riya xolên li ser asta Erebî û navdewletî dibin tê de beşdar dibe, dê rewatiyê ji ser saziyên rijêma Esed rake, rijêma ku bi dehan werzişvan kuştine û girtine.
Û Elelî bal kişand ku xola Kûpa Şoreşa Sûrî nameyekê name ye ji cîhanê re, ku gelê Sûrî hêjayî jiyaneke baştir e, û ku ew wek gelên li ser vê zemînê dixwazin bijî, di welatekî mafê wî û rûmeta wî misoger bike, û cudahiyê di navbera pêkhatên tevna Sûriyê hilîne.
Ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Ofîsa Sendîke û Yekîtiyan, Ebdimejid Berekat, tekez kir ku Hevbendiya Nişezmûna û tevaya saziyên wê girîngî dan vê ezmûnê, û vê tîstê rêzdariya hemûyan wergirt, û werzişên Sûrî çesipandin ku tevî tinebûna karînan ew rêxistinkirî ne.
Û Berekat bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî di riya Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî re, xebatê dike ku vê ezmûna werzişî pêşde bibe, û veguhêze warin werzişî din, û tekezî li ser giringiya guhdana werzişê bi gelemperî kir, ji ber ku alaveke rasteqîn e û ji civakê ve nêzîk e, û aliyekî girîng ji aliyên şoreşa sûriyê diyar dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî