Rêjîma Esed Pêşvebirê Pirograman yê Sûrî-Filestînî Basil Elsefedî di zindanên xwe de kuşt, ku piştî girtina wî sala 2012ê ew birin zindanekê berê bi dehhezaran girtî têde hatine kuştin li gora raportên mafnasiyê yên navdewletî .
Rêkxistina lêborîna navdewletî doh nûçeya darvekirina Pirogramsazê Sûrî ji 2015ê ve tekez kir. her weha hevjîna wî ya mafnas Nûra Gazî Elsefedî di rûpelê xwe yê Facebookê de ragihand ko Basil piştî veguheztina wî ji zindana E’edra ya li Şamê di 3.10.2015ê şehîd ket.
Hevjîna Elsefedî ji rêjîma Esed re got: “spas ji we re we evîndarê min kuşt, spas ji we re bi xêra we ez bûm bûka şoreşê û bi xêra we bûm bî.. mixabin Sûriyê.. mixabin Filestîn, mixabinî ji bo min.”
Elsefedî sala 1981ê jidayik bûye û ew yê herî binavûdeng bû di warê karê xwe de, û naznavê balyozê “Elmuşa’” lê hat kirn ji ber bizava wî di pirojeyê “Mozîla” de.
Tê zanîn ko wî kar bo gelek pirojeyên teknîkî û yên afrênerî kiriye, berî bête girtin karê wî yê herî nû wêneyek ji bajarê Tedmur re yê sê-alî bû û sawîrekî dîdeyî di çaxê rastîn de danî û geşepêdana “Fabirîkîtorz” ji dika pêşvebirinê li ser Wîbê “Aiki Framework” çêkir.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî