Duhî roja sêşemê di raportekê de ji aliyê Tora Sûrî ya mafê mirov, kuştina 814 sivîlên Sûriyê di heyva tîrmehê de hatiye dîkomîntkirin û têde bilindtirîn rêjeya qurbaniyan ji jin û zarokan hatiye tomarkirin biqasî 11% zêdetir ji heyva berî wê ya cehzeranê.
Tora Sûrî li ser malpera xwe ya fermî raportek belav kiriye ku 248 sivîl ji wan 62 zarok û 33 jin bi destê hêzên Rijêmê hatine kuştin, tevî kuştina 18 kesên din di bin eşkencê de, herwiha dîkomîntkirina kuştina 44 sivîlan ji wan 9 zarok û 10 jin bi êrîşên firokan ku ew firok tên pêşbînkirin Rûsî bin.
Herwiha di raportê de kuştina 225 sivîlan hatiye bi êrîşên firokên Hevpeymaniya navdewletî ji wan 70 zarok û 45 jin, û kuştina 91 sivîlan ji wan 24 zarok û jinek bi destê rêxistina DAIŞê û kuştina 59 sivîlan di nav wan de 11 zarok û 9 jin bi destê çekdarên PYDê û kuştina 5 sivîlan û di nav wan de zarokek bi destê “Bereya Elnusra”.
Tora navhatî diyar kiriye ku bi rêjeya 52% ji qurbaniyên heyva tîrmehê jin û zarok in, ku li heyva cehzeranê 41% bûn.
Hêjayê gotinê ye ku Tora navhatî li 22’ê tîrmehê raportek bi navê ” êrîşa zer” belav kiribû û têde kuştina 1400 sivîlan li parêzgeha Reqê li bakurê rojhilatê Sûriyê dîkomînt kiribû û tevî hin binpêkirinên din ji gelek aliyan li ser parêzgehê di navbera 6’ê çêriya paşîn 2016 an heta 30 cehzerana 2017 an.
Tora Sûrî ya mafê mirov di daxuyaniya xwe de daxwaz ji encûmena asayîşa navdewletî û ji dezgehên navdewletî yên pêwendîdar kiriye ku bi erkê xwe rabin li hember kiryarên kuştinê û xistina fişaran li ser Rijêmê ji bo rawestandina kiryarên bombebarankirina bimebest û bitewş li dijî sivîlan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat