Çalakvanin Sûrî helmetek di bin duruşma “Na ji Asayîkirina Têkliyan bi Esedê Tawankar re” dest pê kirin, têde asayîkirina têkliyan ji hêla dewletan ve bi rijêma Beşar Esed re red kirin, û tekezî li ser berdewamiya şoreşê heta ruxandina rijêmê û sizakirina berpirsên pêve girêdayî kirin.
Û dê helmeta ku çalakvanan bo çend rojan dest pê kirine bidome, wek amadekarî ji xwepêşandanên şoreşgerî yên mezin re, roja yekşemê 23 nîsanê, li deverên rizgarkirî û hejmarek ji dewletên Ewropî.
Û çalakvanan bang li şoreşgerên Sûriyê kirin da li deverên rizgarkirî û welatên biyanî dakevin kolanan ji bo redkirina helmeta Erebî ya asayîkirina têkliyan bi Esed re û vegerandina wî bo nav Komkara Erebî, bêyî berçavgirtina komkujiyên ku wî dermafê bimilyonan ji gelê Sûriyê pêk anîne, di salvegera derketina xwepêşandanên bi milyoan Sûrî bo rûxandina rijêmê de.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, berî bi çend rojan, di daxwiyaniyeke xwe de ji dewletên Erebî û civaka navdewletî xwestibû ku têkliyan bi rijêma Esed re asayî nekin, û bi awayekî cidî ji bo dadpirsîna wê bixebitin, da ku veguhestina siyasî ya ku di biryarên navdewletî de hatiye diyarkirin pêk were.
Û Hevbendiya Niştimanî gotibû ku em ji bira û dostên xwe daxwaza sizakirina vê rijêmê li ser tawanên ku pêk anîne û piştgirîya veguhestina siyasî li Sûriyê dikin, û di heman demê de tekez kir ku Hevbendî li ser pirensîpên şoreşê ye, û dê bi hemû şêweyên berdest li ser pêkanîna armancên xwe yên avakirina Sûriya azad kar bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî