Navenda Elwisûl ya Mafên Mirovan (ACHR) prosesên dersînorkirina kotekî ya komel, ya vê dawiyê desthilatên Libnanê dermafê penaberên Sûrî pê radibe, şermezar kirin, di dema nebûna alavên ragihandinê ên xwecihî yên ku di rojên normal de piraniya bûyerên li Libnanê dişopînin.
Û Navendê duh di daxwiyaniyekê de ragihand ku dersînorkirin bi awayekî kotekî tê kirin, û dît ku ev operasiyon binpêkirin e ji rewşa yasayî û siyasî ya penaberên Sûrî re, û ew mîna piştguhkirineke eşkere ye ji yasayên navdewletî yên mafên mirovan re.
Û daxwiyaniya navendê amaje bi wê yekê kir ku artêşa Libnanê bi komî 29 penaberên Sûrî li taxa Elsexir-Cuniye û 35 penaberên Sûrî ji Wadî Xalid li bakurê Libnanê dersînor kirin, û bal kişand ser ku di dema girtina ser malan de penaber rastî danûstandineke xerab hatin, tevî ku hinek ji wan nexweş û zarok bûn.
Û Navenda ku dilgiraniya xwe li ser van operasyonan nîşan daye, amaje bi wê yekê kir ku ev kar beşeke ji plana hikûmeta Libnanê ji bo vegerandina 15 hezar penaber her heyvekê bo Sûriyê, tevî ku ev plan ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve bi awayekî berfireh hat şermezarkirin.
Û Navenda Elwisûl ya Mafên Mirovan, daxwaz li Netewên Yekbûyî kir ku bi lez ji bo parastina mafên penaberên Sûrî li Libnanê tevbigere, û sînorekî ji operasyonên dersînorkirina kotekî ya komel a penaberên Sûrî ji hêla desthilatên Libnanî ve re deyne.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, koçberkirina bi darê zorê ya penaberên Sûrî li Libnanê şermezar kir, û daxwaz ji desthilatên Libnanî kir ku şandina penaberan bo deverên di bin destê rijêma ku xelk ji ber wê reviyane rawestînin, û bang li Komîseriya Bilind a Penaberan ya Netewên Yekbûyî kir ku her tiştê ku heye bibe metirsî li ser jiyana penaberên Sûrî çareser bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî