Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, hejmarek name ji Wezîrên Derve yên Dewletên Erebî, Komkara Dewletên Erebî, Rêxistina Hevkariya Îslamî û Encumena Hevkariya Dewletên Kendavê re şandin, û têde diltengiya xwe derbarê pêngavên vê dawiyê yên ber bi rijêma Esed ve li Sûriyê anî ziman.
Û Elmislit di nameyên xwe de bi bîr anî ku sedemên baykotkirina rijêma Esed hêjî hene û divê neyên paşguhkirin an jibîrkirin, û tekez kir ku nayê texmînkirin ku ev yek bighêje çareseriya siyasî li Sûriyê.
Û bal kişand ser wê yekê ku ev pêngav dê encamên berûvajî bînin, ji ber ku helwesta tawankarên cengê bihêztir dike, û bibe sedema tawan û komkujiyên zêdetir li dijî gelê Sûriyê.
Û Elmislit got ku dîrokeke Rijêma Esed a dirêj di pêkanîna tawanên hovane de li dijî gelê Sûriyê û piştgiriya milîsên curbicur ên terorîst heye, ya ku bûye sedema kuştina bi hezaran û koçberkirina bi milyonan ji xelkê Sûriyê.
Û got ku rijêmê saziyên dewletê yên wek dibistan, nexweşxane û yarîgehên werzişê wekî bargehên leşkerî û navendên binçavkirinê bikar anîn, da ku di şerê xwe yê hovane de li dijî gelê Sûriyê pêşve biçe, û tawanên herî hovane pêk bîne, di nav de bidarvekirina xwenîşanderan.
Û Elmislit bal kişand ser wê yekê ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî berpirsyariya rijêmê di êrîşa hovane ya kîmawî de dijî Dûmayê çesipandiye, her weha du êrîşên kîmawî yên din li Seraqib û Elletamina li gundewarê Idlib û Hemayê, û ew binpêkirineke metirsîdar e ji yasaya navneteweyî re, û divê derfet neyê dan ku tawanên weha bê ceza derbas bibin.
Û Elmislit cext kir ku rijêma Esed sedemeke sereke ye ji nearamiya deverê re, ji ber ku Sûriya kiriye navendek ji terora ku sînoran derbas dike re ya ku Îran serkêşiya wê dike, û hişt ku ew derbasî nav axa Sûriyê bibin, û wê wek xala destpêkirina karê xwe yê teroristî û pirojeyê xwe yê oyomî bikar bîne, û rê da komên tundrew ên wek Daiş û Elqaîde ku geş bibin, û piştgirî da rêxistinên cudaxwaz û bi awayekî rêbazkirî ji bo jinavbirina aramiya dewletên cîran di riya bikaranîna tektîkên terorîstî re.
Û Elmislit got got ku ev hemû ji aliyê rijêma Esed ve hatin pêkanîn, ji bo civaka navdewletî bixapîne û wê têxe wê baweriyê ku tenê ew e yê ku dikare aramiyê vegerîne, tenê ji bo li ser desthilatê bimîne.
Û Elmislit di nameyên xwe de bal kişand ser ku çawa rijêma Esed Sûriya kiriye navendeke cîhanî ji bo berhemdan û hinartina keresteyên hişbir ên wek Captagonê, ya ku bûye cihê diltengî û metirsiyê ji dewletên cîran û civaka navdewletî re, û da zanîn ku rijêmê xwe spart qaçaxiya keresteyên hişbir weke rêyekê ji bo ji sizayan bireve, û nehêle ku aboriya wê hilweşe, û ta bi milîsên xwe jî wek alîkar di vê çalakiya neyasayî de bikar anîn.
Û Elmislit tekez kir ku kiryarên wêrankarî yên rijêmê li Sûriyê, û hinartina terorê û keresteyên hişbir bo dewletên cîran, û xizmetkirina berjewendiyên Îranê di têkdana aramiyê de li deverê, û mukumkirina pirojeyê şoreşa Xumeynî, metirsiyeke cidî ye dijî aştî û ewlehiya herêmî û ya navdewletî, û ziyanek mezin dighîne hejmareke mezin ji mirovan.
Û Elmislit xwest ku Rijêm di ber kiryarên xwe de berpirsyar bê dîtin, di nav de bazirganiya keresteyên hişbir, û sînorekî li pêş reftarên wê yên tawankarî deynin.
Û bal kişand ser ku her gavek ber bi rijêmê ve dê cihê kîn û nefreta xelkê deverê be, wek ji bernameya wê ya Sefewî diyar e, û dê tenê bibe sedema têkdana zêdetir ji ewlehiya dewletên deverê re û zêdekirina bandora neyînî ya Îranê li ser dewletên bira û gelên wan.
Û Elmislit got ku gelên deverê derdeseriya operasyonên terorîstî yên Îranê kişandine, û dît ku ev yek hewcedarî pêkanîna aştiya herdemî li deverê ye, û divê sînorek li pêşiya çalakiyên Tehranê yên mezhebî yên dijî gelê deverê bê danîn, li şûna bihêzkirina wê di riya rewakirina yek ji peyrewên wê re.
Û Elmislit hişyarî da ji encamên gavên xwenêzîklirina ji rêjîmê, ji ber ku derdeseriyên ku rijêma Esed ji gelê Sûriyê û deverê bi tevayî re peyda dike ne pêkane bên paşguhkirin, û daxwaza pabendbûna bi prensîbên dadwerî û dadpirsînê, û misogerkirina sizakirina berpirsên di ber tawanên li dijî gelê Sûriyê de kir.
Û Elmislit cext kir ku gelê Sûriyê helwesta xwe bi zelalî eşkere kiriye, û her hewlên asayîkirina têkliyan bi rijêmê re red dike, û tekezî li ser pabendbûna xwe bi piransîpên şoreşa Sûriyê kir, û ku ew dê kar ji bo Sûriyeke azad û demokrat bi rêyên aştiyane berdewam bike, û daxwaza rêzgirtina hêviyên gelê Sûriyê û piştgiriya xebata wî ya ji bo pêşerojek çêtir kir.
Û Elmislit daxwaza rawestana li ser van metirsiyan û pêgiriya bi berpirsyariya sincî û mirovî ya hevpar kir, ji bo sizadana kesên ku tawan li dijî gelê Sûriyê û deverê pêk anîne.
Û tekezî li ser pêwîstiya mana îzolekirina rijêma Esed û sizakirina wê li ser kiryarên wê yên kirêt kir, û dît ku bidawîkirina îzolekirina rijêmê xelatkirin e jê re li ser pêkanîna bi hezaran tawanan û dê rê li pêşiya hemû hewlên ji bo gihiştina çareseriya siyasî bigre.
Û Elmislit tekezî li ser pêwîstiya karê bi hev re ji bo pêkanîna veguheztina siyasî li Sûriyê û cîbicîkirina hemû biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê, bi taybet peymana Cenêvê û biryarên 2118 û 2254, ji bo azadkirina girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa windayan û sizakirina tawanbarên cengê kir.
Û got ku derengmana cîbicîkirina biryara 2254, dê bandoreke wê ya neyînî hebe, ne tenê li ser Sûriyê, lêbelê li ser aştî û ewlehiya navdewletî bi tevayî, û tekez kir ku ji berjewendiya her kesî ye ku kar ji bo çareseriyeke aştiyane bibe, ya ku wê sûdê bighîne miletê Sûriyê û yê deverê bi giştî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî