Çalakvanin Sûrî hişyarî dan gelê Sûriyê ku sozên derew yên ku rijêma Esed derbarê vegereke ewle di riya amûrên ragihandinê yên ku di çerçoveya wê de kar dikin belav dike, yên dibêjin ku hemû tuhmet û tawanên têkildarî tevaya kesên ku navên wan di dosya rijêmê de hene eger ku ew kes vegerin deverên di bin kontirola rijêmê û milîsên wê de, dê ew tawan ji ser wan bikevin, ne cihê baweriyê ne.
Û Çalakvanan anî ziman ku alavên girtinê û îşkencekirinê hîn li benda Sûriyanin, nemaze yên vegeriyane û bi gotinên rijêmê yên lêborîn û çareserî û lihevhatinê hatine xopandin, û gotin ku propagandaya medyayî ya rijêm civaka navdewletî armanc dike, û tekez kirin ku bangên ji bo vegera ewle di naveroka wê de derew û xapandin e, û çarenûsa reş a ku li benda penaberan piştî vegera wan bo welatê xwe têde ye.
Û amûrin ragihandinê yên Sûrî anîn ziman ku milîsên rijêma Esed û Îranê berî çend rojan malbateke Sûrî li parêzgeha Humsê bi bihaneyên cuda girtin, piştî çend rojan ji vegera wan ji deverên penaberiyê li Tirkiyê ber bi gundê Eloras li gundewarê başûrê rojhilat Homsê, û bal kişandin ser ku di nav girtiyan de zarokek û du jin hebûn, ku ji bo lêpirsînê berve Şaxa Ewlekariya Leşkerî ya 261 li navenda Humsê birin.
Û wek piştrastkirina ku vegera ewle ya ku ji aliyê rijêma Esed ve hatiye derketin derew e, Rêxistina Lêborîna Navdewletî sala borî raportek bi sernavê ” Tu Berve Mirinê Diçî” derxistibû, û têde amaje bi wê yekê kiribû ku milîsên rijêma Esed welatiyên Sûrî yên ku vegeriyane welatê xwe piştî penaberiyê, rastî girtin û windakirin û îşkencê hatin.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan jî di raportekê de girtina bi dehan kesên ku bi mebesta bûrandina bêhinvedana Cejna Qurbanê vegeriyane deverên di bin kontrola rijêma Esed de tekez kir.
Û Saziya Mafnasî bal kişand ser ku milîsên rijêmê 11 penaberên ku ji Libnanê bi awayekî ne yasayî vegeriyane girtin, û di heman demê de “Grûpa kar ji bo Filistîniyên Sûriyê” di raportekê de diyar kir ku zêdetir ji 15 penaberên Filistînî yên vegeriyane Sûriyê piştî vegera wan ji Ewropa û ji dewletên derdorê hatin girtin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî