Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Hevrêzkara Desteya Niştimanî ya Karûbarên Winda û Girtiyan Salwa Aksoy, derbarê raporta vê dawiyê ya Komîteya Lêkolînên Taybet bi Sûriyê û raporta Şanderê Netewên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen, ya di civîna ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê hatiye terxankirin de, got ku nabe ew mijar tenê di ber çavan re derbas bibe, ji ber ku avakirina vê mîkanîzmayê ji bo bi hezaran malbatên Sûrî weke çirûskeke hêviyê ye.
Û Aksoy tekez kir ku bi hezaran malbat hîn li bendê ne ku nûçeyekê derbarê xizmên xwe yên bi darê zorê di girtîgehên rijêma Esed de hatine binçavkirin û windakirin û girtin bibihîzin, û cextî li ser giringiya damezrandina mîkanîzmeke wiha û vekirina hemû zindanan li pêş deste û rêxistinên navdewletî, pêkanîna lêpirsîna rijêmê li ser çi binpêkirina peymanên navdewletî û yasayên mafên mirovan kir.
Û Aksoy bal kişand ser ku daxwaza avakirina vê mîkanîzmê ji aliyê saziyên navneteweyî yên ku bi dosyaya Sûriyeyê ve têkildar in, di encama fişarên ku rêxistinên siyasî û gelêrî ji bo pêkanîna dadweriyê pê radibin hat, û tekez kir ku avakirina mekanîzmeke wiha bi gelemperî encama keda rêxistinên civaka sivîl û xebatên hevbeş yên di navbera wan û saziyên siyasî de ye.
Tê zanîn ku Encumena Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî berî du rojan hişyarî dabû derbarê berdewamiya binpêkirinên rijêma Esed dermafê Sûriyan, û daxwaza avakirina mekanîzmayeke serbixwe ji bo dosyeya girtî û windayan li Sûriyê kiribû, ew jî li ser bingeha pêşniyariya ku ji aliyê komîteya Lêkolîna Taybet bi Sûriyê hatiye pêşkêşkirin.
Û Serokê Komîteya lêpirsînê ya taybet bi Sûriyê Paulo Pinheiro got: “Em pêşwaziya derxistina rapora bilez ya Emîndarê Giştî ya li ser vê mijarê pêşkêş kiriye û temîniya wî ya zelal ya ji bo avakirina desteyeke navdewletî ya serbixwe û taybet bi kesên winda ya li gorî temîniyên me ye, dikin”.
Û Pinero got: “Divê ev desteya ku pir giringiyê dide qurbanî û rizgarbûyan û malbatan jî li xwe digire, û çarenûs û cihê kesên wenda di zûtirîn dema pêkan de eşkere dike, ava bibe “.
Û Nûnerê Herdemî yê Birîtanya li bal Netewên Yekbûyî li Cinêvê, balyoz Simon Manley, dît ku rijêma Esed berpirsê sereke ye di ber binpêkirinên mafên mirovan de li Sûriyê, û ji civaka navdewletî daxwaza sizakirina kesên binpêkirin li Sûriyê pêk anîne bi awayekî yekser kir.
Û Simon Manley raporta ku ji aliyê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî ve derketiye bilind nirxand, û tekez kir ku ew “Zelal û bihûrgilî ye derbarê binpêkirinên mafên mirovan, her weha tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê yên ku hîn li seranserî Sûriyê berdewam in”.
Û Nûnerê Brîtanî got: “Rijêma Esed û hevalbendên wê berpirsiyariya sereke di ber van tawanên mezin yên belgekirî de hildigrin” û got:”Dosya giring ya binpêkirinên mafên mirov li Sûriyê bingeheke bihêz û çespandî ye ji bo ku civaka navdewletî li ser wê yekê bixebite, daku bi awayekî yekser tawankaran siza bike.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî