Endamê desteya siyasî û sikirtêrê giştî yê pêştir yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Bedir Camûs, pîrozbahî li Şahneşîna Erebistana Si’ûdî kir li ser biryarên wê yên nû, û hêviya serkeftinê xwest ji pêngavên Şah Selman kurê Ebdilezîz Al Si’ûd re.
Camûs baweriya xwe tekez kir bi berdewamiya rêbaza aqilane ya Şahneşîn pê pabend , û got ku ferman û raspartên nû wê rola Şahneşînê bihêztir bike û wê bibe fakter bo gihiştina qonaxeka nû ku bêgoman wê di berjewendiya herdu miletên Si’ûdî û Sûrî de be.
Herwiha Camûs pîrozbahî li heryek ji Cênişînê padîşah Mihemed kurê Nayîf û Cênişîn Mihemed kurê Selman kir, û Sipasiya Wezîrê derve yê pêştir Si’ûd Elfêsel kir, li ser helwestên wî yên palpişt ji Şoreşa Sûriyê re li ser hemû astên navdewletî.
Camûs di dirêjahiya axavtina xwe de got ku: ” Em bawerin bi şiyanên Şahnişînê bi piştgiriya dozên Ereb û Mislimanan û dewamkirin li ser bihêzkirin û pêşxistina pêwendiyên biratî de di navbera herdu gelên bira de yên Siûdî û Sûrî û tevahiya miletên deverê de; bi saya reseniya gelê wê yê ciwamêr û aqilmendiya Şah Selman kurê Ebdilezîz xwedê wî biparêze”.
Li dawiyê hêviya serkeftinê ji xudanê Şikodariyê Şah re xwest bo rajedariya Si’ûdiyê, û pêkanîna pêşketinek zêdetir ji gelê wê re û berdewamî li ser piştgirî û hawara heqiyê.
Jêder: Hevbendî