Şoreşgeran li bajarê Helebê û di oparisyoneke nemûneyî de bêhtir ji 50 serbazên Esed kuştin bi rêka çandina mayînan li serbazgeheka hêzên Esed li taxa Elcideyde li Heleba kevin, û piştire şer û pevçûnên dijwar qewimîn ku têde şoreşgeran karîbûn mizgefta “Beşîr Başa” kontrol bikin û bi dehan ji hêza Esed bikujin.
Herwiha tabûrên şoreşgeran bi yekcarî pêgehekî hêzên Esed helweşandin li nêzîk gereka Elmaliya li taxa komeleya Elzehra li Helebê, yekser paşî şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de qewimîn di taxê de li derdora avahiya hewalgeriya Esmanî û li nêzîk avahiya seraya dadê .
Hevdem ku şoreşgeran Til Misêbîn û dehla wê li gundewarê Idlibê kontrol kirin, tevlî kontrolkirina rêbenda Elcoma û bidestxistina bireka mezin ji çek û teqemeniyan û kuştina serbazên Esed.
Li aliyekî din û li ser eniya Elmestûma şer û pevçûn didomîn ku heta niha di şer de şoreşgeran tankek têkşikandine û taximê têde hemû hatine kuştin.
Jêder: Hevbendî