Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoca şeva çûyî li bargeha Netewên Yekbûyî li Niyûtorkê gotinek da. Sebaret bîranîna sed sal di ser yekem car ko Çekên Kîmawî bi firehî li Cenga Cîhanê ya yekem bikar hatin.
Xoca got: “Xelkên Sûriyê parek ji wan qurbaniyan in, çimkî Sûrî ketin ber dojeha çekên kîmawî , Bermîlên teqîner , mûşekên palastî , kuştina bi êşkenceyê , birçîbûn û dorpêçkirinê, bi destê Dîktatorekî ko bi hemû şêweyan hewl da mafê Gelê Sûriyê di azadî û rûmetê de têk bibe.”
Xoca destnîşan kir ko biryarên ji Encûmena Ewlekariyê derketine ji bo gihaştina alîkariyên mirovî û ji bo qedexekirina bikaranîna çekên kîmawî tu bandor nekirine.
Diyar kir ko Toreya Sûrî ya mafê mirovan 87caran zêdegavî li ser biryara 2011an belgeh kirine. Tev ko bizava hin aliyan jî lê hêj tu gavên Civaka Navdewletî guherînên pêdivî nekirine. û doz kir ko sînorek ji kuştinê re bête danîn da Welat bide ser rêka siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê ya sala 2012an û kêşe pê çareser bibe.
Xoca bal kêşand ser nîrên ko îro hatine guncawin ko Encûmena Ewlekariyê gavine jidl bavêje da zehmetkêşiya Sûriyan bidawî bike. Û ya yekem ev serkeftinên leşkerî yên ko Şoreşgeran li Bakur û Başûr misoger kirine. Hem jî parçebûnên di hundirê Rêjîmê de çê bûne û têk birina hin kesên ko nêzîkî Rêjîmê bûn û hem jî nêzîkbûnên erênî yên ko di navbera Opozisyonê û Hevbendiyê de çê bûne.
Xoca bal kêşand ser ko danûstandina bi aliyên din ji Opozisyona siyasî re vekin wek Şepêla avakirina Dewletê û Desteya Hevrêziya Niştimanî bi armanca yekkirina helwestan di lêvegera daxuyaniya Cinêvê de, û Hevbendiyê hevdîtin digel Anî û Alayên leşkerî yên di hundir de kirine. Da li ser yekbûna helwestan, ji bo şerê tundrewiyê rêvebirina dezgehên dewletê yên leşkerî, ewlekarî û yên sivîl di qonaxa veguhêz de li hev bikin. Û hevdîtina rawêjiyê ya roja 25 Nîsanê ko piraniya alayên leşkerî yên şerê rêjîmê û Daişê dikin lê amade bibûn, gaveke ji bo damezirandina lihevkirineke niştimanî ya tekûz ji bo şêweyê çareseriya siyasî û dewleta sivîl û dîmuqratî bipejirînin.
Xoca bang li Netewên Yekbûyî kir ji bo biryarên mirovî cîbicî bike. Û yên ko ji bo qedexekirina gaza kilor û hem jî tekezkirin ji bo sizakirinê ko yek ji pêkhatiyên çareseriya siyasî ye. Û hem karibe bermîlên teqîner birawestîne û herêmeke aram û hêmin pêk bîne. Ji bo xizmeta çareseriya siyasî bike, da du armancan bi cih bîne zehmetkêşiya mirovan rake û Sivîlan biparêze.
Jêder: Hevbendî