Rêveberiya xweser ya girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, li bajarê Efrînê malên ku xwediyên wan koçber bûne desteser dikin, û ev diyarde li navçeyên Cindêrs û Şiyê zêde rûdide.
Berî demekê rêveberiya PYD biryarek derxistibû têde gotibû ku malên ji xwediyên xwe vala bin wê ew mal radestî koçberên ku ji deverên din hatine bibin.
Her wiha serokê desteya hundur ya rêveberiyê diyar kir ku “ev biryar hat standin tevî ku tu zagonên fermî ji bo desteserkirina mal û milkên welatiyan tune ne, lê bi sedema rewşa nebaş û kirîza mirovahî ji bo ku cih ji xelkên mişext re çê bibin”.
Hêjayî gotinê ye ku welatiyên bajêr nerazîbûna xwe ji van kiryaran nîşan didin, û kesên ku ji bo kar koçberî Tirkiyê yan deverin din bibûn, vedigerin ser malên xwe da ku neyên desteserkirin.
Jêdere: Hevbendî