• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Monday, 20 March , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Camûs Pirograma Karê Xwe di Serokatiya Desteya Danûstandinê ya Sûrî de Diyar Dike

July 1, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
Camûs Pirograma Karê Xwe di Serokatiya Desteya Danûstandinê ya Sûrî de Diyar Dike

Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Camûs, got ku ew bizavê bo nûkartêkerkirina Desteyê bi alîkariya hejmarek ji dewletan û di serî de Erebistana Siûdî yaku yek ji berztirîn piştgirên şoreşa Sûriyê ye dike, û bal kişand ser ku di vê derbarê de pirojeyek heye navnîşana wî rêkûpêkirina mala navxweyî ye.

Û Camûs bal kişand ser pêwîstiya hebûna lihevkirinê di nav hêzên şoreşê de, daku bighêjin laşekî siyasî yê bihêz û yekrêz, û got ku niyeta baş herdem li bal rayedarên rikberiyê heye, lê têrê nake.

Û diyar kir ku wî pirograma karê xwe di dema ku wek Serokê Desteyê hatiye hilbijartin de li gorî sê teweran pêşkêş kir, yê yekem rêkûpêkirina mala navxwe di hundirê Desteya Danûstandinê de, û karê li ser komkirina kesayetên rikberiya niştimanî di hundir desteyeke şêwirdariyê de ji bo piştgiriya Desteyê û çareya siyasî.

Û Camûs got ku tewerê duyem girêdayî tevgera li ser asta erebî û pêkanîna pêwendiyan li gel tevaya dewletên erebî ye, û ev jî ji pêşindeyên karên me ne di Desteyê de, ji ber ku kêşeya Sûrî aliyekî wê yê erebî û herêmî heye, û pêwîstiya me bi aliyê erebî heye, nemaze Erebistana Siûdî yaku Desteya Danûstandinê li Riyada Paytexta wê hatibû damezrandin, û vegera bo Riyadê navnîşana dahatî ye.

Û eşkere kir ku rêya sêyem di karê Desteyê de yekrêziya gelê Sûriyê ye, daku bi awayekî yekrêz li pêşiya birayên xwe yên ereb û civaka navdewletî bên xuyan, û bal kişand ser ku gerek ew jî di heman dema liveke navdewletî de be, ji ber ku divê em li benda tevgera navdewletî nemînin, û em serkêşiya şoreşa xwe bikin, ji bo Sûriyake demoqrat û ewle ya nebe metirsî li ser çi kesî, û got ku Deste di vê pirogramê de hêviyan bi rola Erebistana Siûdî di qonaxên dahatî de girêdide.

Û Serokê Desteya Danûstandinê, diyar kir ku Deste û tevaya rikberiya Sûriyê tu pirsgirêkên wan ên diyalogê li gel çi alîyê Sûrî yê rikber û dijî rijêmê tune ne, lê derbarê milîsên terrorist, metirsiyên rasteqîn li bal wan hene.

Û berdewam kir û got ku em amade ne ji diyalogê re ligel her aliyekî li gorî bingehên hevbeş, ew jî ku divê diyalog bi aliyekî Sûrî yê rasteqîn re be, ne bi milîsên ji derveyî Sûriyê hatine re, wek Partiya Karkerên Kurdistanê ya terorîst.

Û tekez kir ku pêwîst e milîsên PYD bi awayekî rasteqîn vekirina girêdana xwe ya bi rêxistina terorîst PKK re ragihînin, û danûstandin û pêwendiyên xwe yên berdewam bi rêjîma Esed re rawestînin, û cext kir ku Deste û opozisyon danûstandinan bi serkirdeyin nesûrî re nake.

Û Camûs da zanîn ku serdana wî ya yekemîn dê bo Erebistana Siûdî be, yaku ew wek pêşindeyeke Desteyê dît, nemaze ku navenda destyeyê bi xwe li Riyadê ye, û got: “Em amade ne ji şêwirdariyê re li gel Erebistana Siûdî, ji bo danîna rênimayeke siyasî bi hevkariya li gel welatên guhdarên dosya Sûriyê, û yek ji wan Tirkya ye, û nemaze di vê qonaxa erênî de li ser asta têkliyên Erebî li gel Tirkyê. ”

Û Cemûs got ku Komîteya Destûrî yek ji pêvajoyên çareseriya siyasî ye, û me berê xwe dayê ji bo ku dosya Sûriyê li ser asta navdewletî zindî bimîne, û got ku me xwest vê riyê bişopînin ji ber ku danûstandin bi dirêjiya pênc salan hatibû xetmandin, bi sedema ku rijêmê biryarên Encumena Ewlekariyê yên girêdayî bi desteya desthilatdariya veguhêz red kirin, li ser bingeha ku kar li ser vekirina sepetên dîtir bibe, nemaze sepeta hikumdariyê û dabînkirina jîngeheke aram û bêalî.

Û Camûs cext kir ku Îran ji destpêkê de û ta niha jî beşek ji pirsgirêkê ye, li gel milîsên Hizbullaha terorîst û milîsên mezhebî yên dîtir.

Û bal kişand ser ku Îran niha bi kûrahî di nav dezgehên rejîmê de ye, û bi rêjeyeke mezin rejîmê kontrol dike, çi di nav artêşê de be an di nav istixbarat û saziyên dewletê de be, û tekez kir ku rejîm nikare ji bin kirasê Îranê derkeve.

Û got ku Îranê Sûriya wêran kir, û em ditirsin ku Sûriya ji ber bandora Îranê zêdetir perçe bibe, lewra em bendewarên roleke erebî û dewletên kendavê ne, daku em ji bandora Îranê li Sûriyê rizgar bibin.

Û Camûs bal kişand ser wê yekê ku êrîşa Rûsya li ser Okranyayê dosya Sûriyê vegerand ser maseya navdewletî, û gelek dewletan dest bi mukurhatinê kirine ku piştguhkirina dosya Sûriyê, hişt ku heman tişt li Okranyayê jî dubare bibe.

Û bal kişand ser ku wî hevdîtinin siyasî li Parîs û Amerîkayê pêk anîne, û dîtiye ku guhdaneke navdewletî ya diyar û erênî bi dosya Sûriyê heye, û tekez kir ku ew têrê nake, û pêdviya me bi piştevanî û guhdaneke zêdetir bi dosyeya Sûriyê û tirajîdiya penaberan heye.

Û diyar kir ku yek ji pêşindeyên karên wî, dê avakirina mezintirîn hevpeymanîya navdewletî be, her weha karkirina di nava Encûmena Ewlekariyê û Netewên Yekbûyî de.

Û cext kir ku pêwîst e nûnertiya rêjîma Esed di Netewên Yekbûyî de nemîne, û nema bi navê Sûriyan biaxive, û got: “Barê me giran e, û emê bi hemû karînên xwe bizavê bikin ji bo geşbûna dosya Sûriyê li ser asta guhdana navdewletî vegerînin.”

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

March 17, 2023
Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin
Nûçeyên Hevbendiyê

Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin

March 17, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.6k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin

Hevbendiya Niştimanî Beşdariyê di Ahenga 12emîn Salvegera Destpêkirina Şoreşa Sûrî ya Gewre de li Deverên Rizgarkirî Dike

Hevbendiya Niştiman: Tawan li Bal Vê Rijêma Hov Rêbazeke Neguhêr e û Pê Danûstandinê bi Gelê Sûriyê re Dike û Hewl Dide Şoreşa Wî Vemrîne û Dengê Azadiyê Bibire

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.