Operasyonên girtin û kuştin û mirina bi paşmahiyên hêzên rêjîmê li parêzgeha Deraa di Hezîrana bûrî de berdewam bûn, û xelkê parêzgehê û çalakvanên wê berpirsyariya tam xistin hustê dezgehên ewlehiyê yên rêjîmê.
Ofîsa Belgekirinê di Komika Ehrar Horan de, kuştina 55 kesan, 5 zarok di nav wan de hebûn, tomar kirine.
Û Ofîsê kuştina 10 kesan, 4 zarok û 4 jinên gihayî di nav wan de hene, ji ber teqîna bombeyên ku Hêzên rêjîmê li derdora bajarokê Dêr Eledes li bakurê Deraayê li pey xwe hiştibûn belge kir.
Û Ofîsê anî ziman ku 14 kes ji aliyê hêzên rêjîmê ve li parêzgeha Deraa hatine girtin, û 5 ji wan di heman heyvê de hatin berdan.
Û Ofîsa Belgekirinê 27 operasyon û hewldanên kuştinê serhejmar kirine, û ji encamê 27 kes hatin kuştin, û 10 kes jî birîndar bûn, 3 ji wan jin bûn.
Her weha operesyonên Kuştin û girtinê li parêzgeha Deraayê di nav bêserûberiya ewlehî de berdewam dikin, û hejmara wan operastonan ji dema peymana çarekirina bi zorê yaku di Tîrmeha 2018an de di bin sîwana Rûsiya de hatiye îmzekirin zêde bûye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî