Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D.Ebdulhekîm Beşar, li baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Iraqê, bi Serokê Encumena Rêvebir ya Yekîtiya Rêxistinên Civaka Sivîl ya Kurd li Sûriyê Hesen Qasim û şandê pê re civiya.
Di civînê de endamê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Îmad Berho, û herdu Cîgirên Serokên Desteya Rêvebir ya Yekîtiya Rêxistinên Civaka Sivîl a Kurd li Sûriyê û hejmarek ji endamên serokên nivîsgehan amade bûn.
Û herdu aliyan di hevdîtinê de behsa giringtirîn mijarên karê rêxistinên civaka sivîl yên têkildarî penaberan kirin, û piroseya girêdana van rêxistinan bi hemû rêxistinên civaka sivîl ên Sûriyê re gotûbêj kirin.
Û di hevdîtinê de mijarên herî dawîn yên girêdayî karta perwerdeyê hatin gengeşekirin, û behsa pêşindeyan û çawaniya xistina wan di çarçoveya pilan û bernameyên rêkûpêk de yên ji bo çakkirina rewşa jiyana penaberan, nemaze di herdû warên bijîşkî û perwerdeyî de, kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî