Tora Mafên Mirovan ya Sûrî, kuştina 568 sivîlan dervayî yasayê li Sûriyê di nîvê yekemîn ji sala 2022yan de belge kiriye, 115 zarok û 53 jin û 101 qurbaniyên bi sedema îşkencê di nav wan de hebûn.
Û tora mafnasî diyar kir ku rijêma Esed 124 sivîl ji tevaya qurbamniyan kuştine, 12 zarok û 4 jin di nav wan de hebûn, û hêzên Rûsiya 3 sivîl kuştin, 2 zarok û jinek, û 8 sivîl li ser destê rêxistina Daişê hatin kuştin.
Û Tora Mafnasî kuştina 39 sivîlan li ser destê milîsên PYD, 4 zarok û 2 jin di nav wan de hebûn , û 9 sivîlên ku 2 zarok û jinek di nav wan de hebû li ser destê Heyet Tehrîr Elşam, her weha kuştina 385 welatî di nav de 93 zarok û 43 jin hebûn li ser destê aliyên dîtir, belge kirine.
Û li gorî rêzkirina raporê, hejmara kuştiyan li parêzgeha Derayê di nîvê yekem ji sala 2022an de ya herî zêde bû (23% ji hejmara tevaya qurbaniyan) piştî wê Heleb bi rêjeya 16%, piştre Idlib û gundewarê Şamê bi rêjeya 14% û 13% hatin.
Û raporê bal kişand ser ku wê kuştina 92 sivîlan di heyva hezîrana bûrî de belge kiriye, 19 zarok û 16 jin û 6 qurbaniyên îşkencê di nav wan de hebûn, ji nav vê hejmarê 15 sivîlên ku jinek jî di nav wan de hebû, li ser destê hêzên rêjîmê hatine kuştin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî