Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilîlah Fehed, tekez kir ko misogerkirina veguhestina siyasî ya tekûz li Sûriyê, take-çareserî ye ji bo derdê gelê Sûriyê û qeyrana herêmî û navdewletî bidawî bibe.
Fehed di daxuyaniyeke taybet de îro got ko çi çareseriya siyasî li Sûriyê bibe, divê li gora daxuyaniya Cinêva1 û biryara 2254 be, yên ko tekeziyê li ser giringiya misogerkirina veguhestina siyasî dikin, hem jî daxwazên miletê Sûrî di avakirina dewleta azadî û rûmetê de pêktîne.
Bêtir got “em bi çareseriya siyasî û lêvegera biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê pabend in”, û destnîşan kir ko çi çareseriya ko aliyek dixwaze bi kotekî feriz bike tucaran biser nakeve.
Fehed bêtir got ku çareserkirina dadane, ya karîna cîbecîkirina wê heye, ew e ya ko miletê Sûrî li ser erê bike li gora lêvegera navdewletî û biryarên navnetewî yên têkildar, û bi taybetî 2118 û 2254 ew ên ko zilhêzên navdewletî jî li ser wan li hev kirine.
Bal kêşand ser ko rêjîm û Îran hêza xwe ya leşkerî bikar tînin, da civaka navdewletî neçar bikin û daxwazên xwe di operasiyona siyasî de feriz bikin. Û destnîşan kir ko hêzên rêjîmê û milîtanên bi ser Îranê ve êrîşî çend herêman li Sûriyê dikirin, di heman çaxê ko civînên Astane lidar diketin. Gerek Rûsya û Netewên Yekbûyî vê mijarê li ber çavan bigirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî