Duhî roja çarşemê li 25/1/2017an, xanim “Cîl” rawêjkara siyasî ya şanderê Amerîka bo Sûriyê, hat serdana Dr.Ebdulhekîm Beşar cîgirê serokê Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê û endamê şanda beşdar li kongirê Astana, ji bo ji nêzîk li ser kongirê Astana raweste, û gohertinên siyasî yên dawî derbarê rewşa Sûriyê û bi taybetî rewşa kurdî bişopîne.
Dr. Ebdulhekîm behsa sedemên ku hiştine Rûsiya û Tirkiyê dest bi vê piroseyê bikin kir, û lênêrîna Desteya Bilind Ya Danustandinan derbarê çareseriya siyasî û giringiya wergirtina têbîniyên ENKSê li ser rastkirina lênêrînê diyar kirin, û tekez kir ku Hevbendî û Opozisyon bi çareseriya siyasî re ne, bi mercê ku rola Esed tê nebe.
Cîgirê serokê Hevbendiyê hat li ser behsa asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê û sînaryohên çavrêkirî ,û diyar kir ku agirbest û gihandina alîkariyan û başkirina rewşa mirovî bê dîtina çareseriya siyasî di demek nêzîk de, dibe bibe fakter ku Sûriya bête dabeşkirin li ser gelek kanton û navçeyên zalgeha nêvdewletî û herêm.
Herwiha herdu aliyan behsa rola rêveberiya serokê nû yê Amerîka di fayîlê Sûrî de kir.
Li dawiyê xanim “Cîl” diyariyek bi navê xwe û tîma xwe ji bo Dr. Ebduhekîm pêşkêş kir, û Dr. Hekîm ji aliyê xwe ve supasiya xanim Cîl û tîma wê li ser diyariyê kir.
Jêder: Beşê Kurdî Yê Ragihandina Hevbendiyê