Cêgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Haşim Merwa got ku ew bendewarin ku Rûsiya helwesta xwe biguhere û careka din piştgiriya daxwazên Sûriyan bike, û ev ji wê yekê tê ku Hevbendiya Niştimanî di giringiya rola Rûsiya li ser astê navdewletî digihêje.
Merwa got ku Rûsiya her ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve helwestek bi aliyê piştgiriya rêjîma Esed stand, û ev helwest li ser astê navdewletî û di Encûmena Asayîşa Navdewletî de bû sedema serekî ya baredoxên niha û bobelata gelê Sûriyê, û Merwa hêviya xwe bi piştgiriya Rûsiya ji biryareka Encûmena Asayîşê re ku ew biryar parastina gelê Sûriyê bike anî ziman.
Herwiha Merwa diyar kir ku gelê Sûriyê rola rêjîma Îranê di navçeyê de derbarê piştgiriya berdewam ji pênc salan ve ji tawankariyên rêjîma Esed re bi tundî pirotisto û şermezar dike, herwiha Hevbendiya Niştimanî bi radeyek mezin hest bi nîgeraniyê dike ku rakirina sizayan ji ser Îranê bibe fakterê pêşkêşkirina piştgiriya darayî ji Îranê re ku ev yek bête bikaranîn di piştgiriya pirojeyên wê yên dijminkarî di Sûriya û Yemenê de û ji kîsê daxwazên miletan.
Hevbendiyê dubare tekezî li ser pabendiya xwe bi piransîp û diroşmên Şoreşê kir, û pêdagirî li ser giringiya çareseriya siyasî kir ligor daxuyaniya Jinêv 1 ya bi lixwegirtina Encûmena asayîşa navdewletî û Merwa cext kir li ser damezrandina desteyeka Fermanrewiya vegyhêz bi tevaya desthilatan.
Merwa bal kişand ku jinavbirina terorê di Sûriya û di deverê de bi radeyeka mezin bi çûna rêjîma Esed ve girêdayî ye, ya çavên xwe ji pirojeyê çêkirin û xudankirina terorê girt ji bona bikaranîna wê wek pelikeka siyasî û xwe diyar kir wek aliyekî dijberî terorê û terorîstan, herwiha li radeyek din jinavbirina terorê girêdayî ye bi damezrandina desteyeka fermanrewî ya veguhêz ve ya rêkeftin li ser hatiye kirin ligor daxuyaniya Jinêv û biryarên navdewletî yên pêwendîdar bi erkê serkêşiya gelê Sûriyê bo bidestxistina azadî û şerefmendî û dadperweriyê rabe.
Herwiha Merwa amaje bi bizavên pêwîst yên niha dibin kir, ku dibe ew bizav alîkar bin di avakirina navçeyên tenah de li bakur û başûrê Sûriyê ku bibin penageh û gelê Sûriyê ji bermîlên Esed û tawan û destdirêjiyên rêxistinên terorîst biparêze.
Merwa cext li ser pêwîstiya berdewamiya pêşkêşkirina piştgirî û alîkariyên mirovî kir, nemaze di van baredoxên dijwar de yên xelkê dorpêçkirî û penaber têde dijîn.
Di heman demê de bal kişand ku pêwîste civaka navdewletî guh bide êş û azarên girtiyan, ku pêwîste li berçav bêne girtin û herdem baredoxên girtiyan yên dijwar û eşkence û lêdana berdewam di girtîgehên Esed de herwiha di girtîgehên terorîstan de, ku pêwîste Civaka Navdewletî bilez bi standina pêngavên kartêker rabe bo rizgarkirina gelê Sûriyê û rizgarkirina bi dehhezêr girtiyan ji berdewamiya êşan û mirinê.
Jêder: Hevbendî