Serkirdeyê Libnanî Semîr Ce’hce’h serdana şanda parlamenterên ereb bo Şamê û hevdîtina wê li gel Beşar Esed bi behaneya piştgiriya Sûriyê di erdhejê de rexne kir, û got ku bi rastî şerm e ku şandeke parlamenterên ereb sûdê ji wê tirajîdiya erdheja ku hatiye serê gelê Sûriyê werbigire, da hevdîtinê li gel Beşar Esed pêk bîne.
Û Ce’hce’h di twîteke xwe de got ku Şanda Parlemana Erebî ya ku bi Beşar Esed re hevdîtin pêk anîbû, xwe daye jibîrkirin ku eger erdhejê di rewşa herî xirab de 7 hezar welatiyên Sûrî kuştibe, rijêma Esed bisedên hezaran kuştine.
Û Ce’hce’h di twîta xwe de pirsiyar kir û got: “Gelo şandê ku bi Esed re hevdîtin pêk aniye, dizane ku pêngavên bi vî rengî bêhêvîbûna gelê Sûriyê zêde dikin, û dihêle ku ew ne tenê hest bi nebûna lêvegereke Erebî bike, lê ew ê hest bike ku ev lêveger pîlanan dijî wî datîne?
Û Ce’hce’h tekez kir ku piştgiriya Sûriyê di rûbirûbûna encamên giran ên erdhejê de ne bi asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re ye, ew rijêma ku Sûriya li ser serê gelê wê hejand, ji ber serhildana wî ji bo azadî, rûmet û mafê jiyanê. Û bal kişand ser ku piştgiriya rasteqîn ji gelê Sûriyê re, bi rizgarkirina wî ji vê rijêmê ye, rijêma ku derdên giran anîne serê gelê Sûriyê û hîn jî berdewam e .
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniyeke xwe de tekez kir ku ku tiştê hin dewlet di warê asayîkirina têkliyan bi vê rijêma tawankar re dikin, şaşiyeke mezin e, ji ber ku her hewlek ji bo vegerandina vê rijêmê, tê wateya pejrandina hovîtî û tawanên wê, û çira kesk e ji bo berdewamkirina dijminkariya wê li dijî gelê Sûriyê, ji ber her kes dizane ku rijêmê ji sala 2011an ve di warê tawanên kîmyayî û Kuştinên komî û girtin û îşkencekirina heta mirinê de çi kiriye.Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî