Revenda Sûrî li Firansayê bi beşdariya Nûnertiya Hevbendiya Niştimanî li Fransayê, konê sersaxiyê ji bo giyanê qurbaniyên erdheja wêranker ya ku di 6ê Sibatê de li Sûriya û Tirkiyê xistibû, vegirt, di çarçoveya tevgera revenda Sûrî de bo peydakirina alîkariyê ji kesên ziyan ji erdhejê dîtine re.
Û di çadira sersaxiyê de ya ku li Gereka Yekem li Parîsê li dar ket, Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Firansa Nûredîn Ellebbad, revenda sûrî, hevrêzkariya Firansayê bo piştgiriya şoreşa Sûrî, hejmarek ji Frensiyan û revenda erebî, beşdarî kirin.
Û rêvebirên çalakiyê pankarteke kesk li ser konê sersaxiyê danîn, û bi erebî û Fransî li ser nivîsîn: Dilovaniya xweda ji giyanê qurbaniyên erdheja Sûriye Tirkiyê re.
Û Cîgira Seroka Şaredariya Parîsê Genevieve Karikos, di bin konê sersaxiyê de gotarek pêşkêş kir, têde dilgiranî û xemgîniya xwe û welatê xwe bo qurbaniyên erdheja Sûriye û Tirkiyê anî ziman.
Û Rêveberê Berevaniya Sivîl ya Sûrî Raid Elsalih, di konê sersaxiyê de, axaftineke rasterast di riya telefonê re ji beşdaran re pêşkêş kir, têde qebareya mezin a bobelata ku li deverên rizgarkirî yên bakurê Sûriyê ji encama erdhejê çêbûye diyar kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî