Serokê Encûmena Dewleta Lîbyayê Xalid Elmişrî, dît ku serdana Serokê Encûmena Perlemanteran Eqîle Salih di nav şandeke Erebî de bo Şamê, derbirîna helwesta xelkê Lîbyayê nake, û tekez kir ku rijêma Beşar Esed rijêmeke tawankar e, û çênabe di bin çi prensîbê de danûstandin pêre bibe, û Beşar tiştên ku Hitler û Muslinî kirine kir.
Û Elmişrî di hevpeyvîneke rojnamevanî de li ser kanala Elcezîrê, seredana şandeke Erebî bo rijêma Esed şermezar kir, û tekez kir ku tiştê ku li ser zimanê Eqîla Salih hatiye belavkirin, tenê ji def wî hatiye, û derbirîna helwesta lîbiyan nake, û gelê Lîbyayê li kêleka gelê Sûriyê û doza wî ne, û tiştê ku rijêma Esed di 11 salên bûrî de bi Sûriyan kiriye napejrînin.
Û Elmişirî got ku Beşar Esed tawankar û qesab e, û gelê Sûriyê bi bermîlên teqîner kuşt, û got ku tu kesê xwediyê namûs û rûmetê be nikare bi rijêma Esed re danûstandinê bike, û tekez kir ku dîktatoriya rijêma Esed di ser ya hemû dîktatorên berê re ye.
Û Elmişirî bal kişand ser wê yekê ku xelkê Sûriyê xwedî ezmûneke têr e di derxistina qurbaniyên di bin kavilan de mane, piştî erdheja wêranker ya ku li Sûriya û Tirkiyê xist, ji ber karê wan yê berê di derxistina sivîlên ji bin avahiyên wêranbûyî ji encama bombebarana rojane ya ku rijêmê di salên bûrî de pêk anîye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî