Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro çarşemê, civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit li dar xist, û têde pêla asayîkirina têkiliyên erebî bi rijêma Esed re gengeşe kir, û biryarên Amerîka yên derbarê redkirina biserxistina Beşar Esed bilind nirxandin.
Û di civînê de amadebûyan rewşa siyasî ya vê dawiyê, bi taybetî serdana serkirdeyên çend dewletên Erebî bo Şamê û serdana Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî û hevdîtina wî li gel Beşar Esed gotûbêj kirin.
Û amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya peywendiyan bi dewletên bira û dost re kirin, ji bo pêla asayîkirina têkiliyan bi rijêma Esed re rawestînin, û rê li pêşiya wê û hevalbendên wê bigrin, da nikaribin erdhejê bo biserxistina rijêmê bikar bînin, û biryarên navdewletî bêwate bikin.
Û amadebûyan rola Amrîka û piroje-yasaya di Encûmena Nûnerên Amrîkî de ya li dijî normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re bilind nirxand, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya sepandina sizayan li ser rijêmê û avakirina mîkanîzmeke çavdêriyê bo misogerkirina gihandina alîkariyên mirovî bo kesên hewcedar kirin.
Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Camûs, şiroveyek derbarê çalakiya taybet yaku Desteyê bi hevkariya Berevaniya Sivîl û Yekîneya Piştgiriya Aramiyê li dar xistiye ji bo ronîkirina ziyanên erdheja wêranker, ya di 6 heyva bûrî de li tirkiyê û sûriyê daye û gelek wêranî li pişt xwe hiştine, û berçavkirina pêdviyên nişteciyên li bakurê Sûriyê, pêşkêş kir.
Û amadebûyan bersivdana Hevbendiya Niştimanî û saziyên wê yên cîbicîkar hember ziyanên erdhejê di bin çavan re derbas kirin nirxandinek jê re çêkirin, û pesna bizavên Artêşa Niştimanî di dema erdheja wêranker de dan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî