Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî xweşhaliya xwe anî ziman bi pesendkirina Encumena Nûneran a Amerîkayê ji piroje-yasayekê re li dijî normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re, û tekezî li ser berdewamkirina sizayên li ser rijêmê kir, û daxwaza avakirina mîkanîzmekê ji bo çavdêriya gihiştina alîkariyan ji hewcedaran re kir.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku ew bikaranîna rijêmê ji bobelata erdhejê re da ku xwe ji sizayê rizgar bike red dike, û rijdiya xwe li ser cîbicîkirina yasaya Qeyser ya Amerîkî anî ziman, û daxwaz ji Amerîkayê kir ku vê yasayê bike biryar da di zûtirîn dem de were cîbicîkirin.
Û Hevbendiya Niştimanî dît ku ev biryar pêngaveke durist e, û daxwaz kir ku bandora wê hebe, û rê li ber daketina ber bi asayîkirina têkiliyan bigire, û ku ev yek di berjewendiya gelê Sûriyê yê ku di nêzîkbûna 12emîn salvegera şoreşa Sûriyê de têkoşîna xwe berdewam dike de ye.
Û Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî daxwaz kir ku bizavên xwe bikin yek, da rijêma Esed ji sizayên tawanên xwe yên hovane yên ku bi beşdariya hevalbendên xwe li dijî gelê Sûriyê ji sala 2011an ve pêk tîne rizgar nebe, nemaze komkujiyên bi çekên kîmawî û bermîlên teqîner û tawanên qirkirinê yên ku li gelek parêzgehên Sûriyê hatine pêkanîn.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de daxwaza sepandina fişareke kartêker li ser vê rijêmê û dûrxistina wê ji hemû forumên navdewletî û berdewamiya bidûrxistina wê ji civaka navdewletî kir, bi armanca cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî veguhestina siyasî bi taybetî biryara 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî