Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, tekez kir ku pêşkêşkirina alîkariyan bi rêya rijêma Esed û rêxistinên ku ji aliyê dezgehên wê yên ewlekariyê ve hatine avakirin, heye ku wan dewlet û rêxistinên piştgir ji çarçoveya karê mirovî têxe warê piştgirî û fînansekirina terorê û tawanên dijî mirovatiyê yên ku rijêm li dijî gelê Sûriyê pêk tîne.
Û Tora Sûrî di raporeke xwe de got ku rijêma Esed ne tenê 30 % yan 40% ji alîkariyên mirovî yên ku ji aliyê dewlet û rêkxistinên piştgir ve têne pêşkêşkirin talan dike, lê rêjeya talankirinê dighêje 90%.
Û Raporê mirina 7,259 kesên Sûrî belge kiriye, û got ku ew hejmara mezin ji ber erdhejê û derenmana alîkariyên Netewên Yekbûyî û yên navdewletî ji 6ê Sibatê ta 27ê Sibata 2023an miriye, û nêzîkî 2,153 zarok û 1,524 jinan di nav wan de hene.
Û raporê bal kişand ser ku 73 kadroyên pizîşkî, 5 kadroyên medyayê û 62 xebatkarên rêxistinên mirovî di nav qurbaniyên erdhejê de hene, herwiha mirina 4 kadroyên Berevaniya Sivîl li Bakurê Rojavayê Sûriyê belge kiriye.
Û Raporê tekez kir ku pêwîstiya lezgîn bi zêdekirina alîkariyên mirovî ji bo malbatên qurbanî û awareyan li deverên curbicur bi taybet bakurê rojavayê Sûriyê heye, û bal kişand ser ku divê alîkariyên xwedan armancên mirovî ên pak nebin amûreke fînansekirin û piştgiriya rijêma ku tawanên dijî mirovahiyê dijî gelê xwe pêk anîne.
Û Rapora mafên mirovan ji Netewên Yekbûyî û dewletên xêrxwaz xwest ku platformek piştgirîya navdewletî damezirîne ji bo birêvebirina operesyonên hevrêzkariya alîkariyan li bakur-rojavayê Sûriyê, da ew jî mîna bijardeyeke din li kêleka Netewên Yekbûyî xizmetê bike.
Û Tora Mafên Mirovan di rapora xwe de daxwaza zêdekirina qebare û cûreyên alîkariyan ji rêxistinên hawarçûnê yên Sûrî re yên ku serbixwebûn û rastbûna xwe diyar kirine, nemaze di warê bicîkirina xelkê û giringîdana pêdiviyên jin û zarokan de, kir.Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî