Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, bizavên Hikûmeta Tirkiyê û ya Îmarata Erebî yên ji bo pêşkêşkirina piştevaniya bilez bo dermankirina zaroka bi navê Şam bilind nirxandin, û daxwaza dermankirina hemû zarokên Sûrî yên di erdheja wêranker de birîndar bûne kir.
Û Elmislit diyar kir ku bi hevkariya li gel Hikûmeta Tirkiyê, Şam ji Sûriyê hate derxistin û ji bo dermankirina nexwaşiya bi navê perçiqîna lingan bo Tirkiyê hate veguhastin, û piştre Îmarata Erebî xwest ku dermankirina wê li xwe bigre û guhdana pêwîst jêre dabîn bike.
Û Elmislit tekez kir ku bombebarana rijêma Esed ya berdewam ji deverên nişteciyan re û nemaze ya dijî xalên bizîşkî, û di pey re ziyanên ku ji encama erdheja wêranker peyda bûne, hiştin ku deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê nikaribin birînên xwe yên kûr çareser bikin.
Û tekezî li ser pêwîstiya guhdana tevaya kesên birîndar kir, û daxwaza piştgiriya karta tenduristî li bakurê Sûriyê ji Netewên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî