Hevrêzkarê Komîteya Cezîrê û Ferêt ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasit Ebdulletîf, rapora karê Komîteyê li pêşiya Desteya Siyasî pêşkêş kir, têde behsa rewşa rojhilatê Ferêt û bi taybetî herdû bajarên Girê Sipî û Serê Kaniyê kir.
Û Hevrêzkarê Komîteyê encamên serdana Şandeke Hevbendiya Niştimanî û Hevrêzkarê Komîteyê bo bakurê Sûriyê piştî erdheja wêranker û karwanên alîkariyê yên ku ji xelkên devera rojhilat gihaştine ziyandîtiyên bakurê Sûriyê berçav kir.
Û Ebdulletîf derbarê çûna karwanê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî bo bajarê Serê Kaniyê her weha serdana rojnamevana Holandî Rana Nitjes bo deverên Girê Sipî û Serê Kaniyê û gera wê ya li wê deverê û karên rojnamevanî yên ku pê rabûye pêşkêş kir.
Û Ebdulletîf tekezî li ser pêwîstiya piştevaniya karê Komîta hawarçûnê ya ku ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve hatiye avakirin ji bo bersivdana pêwîstiyên wan kesên ku di erdheja wêranker de ziyan dîtine, kir.Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî