Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Hîşam Merwe tekez kir ko çi hewldana lêzivirînê li mafê Gelê Sûriyê û bi taybetî çûna Esed, bi çi behane û encamê be, çênabe bazar li ser bibe.
Merwe di daxuyaniyekê de ji rojnameya Ukazz re tekez kir “alayên Şoreşa Sûriyê berî her kesî dest bi şerê tiroristiyê kirin, û karîbûn gelek herêmên ko di bin destê Daiş de bûn rizgar bikin. Û me ji Rûsya re pêşinyar kir ko Şoreşa Sûriyê bi tunekirina tiroristiyê rabe li gora pirogramekî siyasî û leşkerî ko Hevbendiya Niştimanî Sûrî deyne”.
Û tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî pêşxeriya Rûsî red dike, çimkî Rûsya sûre li ser ko hêzên Şoreşê digel hêzê Esed dijî tiroristiyê rabin. Lê belê Hevbendî dibîne ko Rêjîma Esed maka tiroristiyê û çêkera wê ye.
Merwe destnîşan kir, herkes dizane ko Esed çênabe beşdarî cenga dijî tiroristiyê bibe û di heman çaxê de ew hemû tiroristên cîhanê ji bo beraberiya Gelê Sûriyê vedixwîne. Û hebûna Çeteyên Hizbullah û Çeteyên Îraqî li ser xaka Sûriyê vî tiştî tekez dike.
Merwe berdewam kir “danûstandinên Cinêvê zelal in, û ew dibêjin ku Desteya Desthilata veguhêz wê qonaxa piştî ketina Esed bimeşîne. Ez bawer im ko Deste an desthilata veguhêz dê karibe tiroristiyê têk bibe, çimkî ewê bi erêkirina Gelê Sûrî be, hem dê têkbirina tiroistiyê jidil û bi şêweyekî diyar li ser bingehek nû bike.”
Merwe bal kêşand ser pêşveketinên gorepanî li ser xakê , ew dê şêweyê karê siyasî ji rêjîmê re destnîşan bikin, nemaze ko opozisyon li çendîn herêman bipêş ve diçe. Ev mijar dê bihêle Rêjîm vekişe û neçar çareserkirina siyasî bipejirîne.
Jêder: Hevbendî