Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Dîma Mûsa beşdarî di komcivîneke diyalogî de ku Rêxistina Bê Bend ya mafnasî li ser tundiya li dijî jinê “jinên rizgarbûyî wek nimûne” li dar xistibû kir, û têde endama perelmantera ewropayê di ber Partiya Kesk ya Almanî de Catherine Langnerbein û hejmarek ji kesayetên çalak di vê dosyayê de û hejmarek ji jinên rizgarbûyî yên li bakurê Sûriyê dijîn amade bûn.
Û komcivîn hevdem bû li gel helmeta cîhanî ya pitgiriya dijberiya tundiya li dijî jinan û keçan dike hat, û mêvanan diyardeya tundiya li dijjî jinan li deverên qeyran lê hene û rola civakê û saziyan di dîtina çareyên rasteqîn de ji bo çareserkirina vê babetê gotûbêj kirin, û li ser rewşa Sûrî axivîn, û li nerînên jinên rizgarbûyî derbarê ezmûnên girtinê û derdeseriyên wan di warê cudakirina civakî û çewsandina derûnî de guhdarî kirin.
Û Cîgira Serokê Hevbebndiya Niştimanî Dîma Mûsa li ser karê Hevbendiya Niştimanî di rêya saziyên cîbicîkar e û di serî de Hikûmeta Sûrî ya Demkî di bersivdanê û piştgiriya beşên gelekî lawaz nemaze jinên ji zîndanên Esed rizgar bûne û jinên rastî tundî û çewsandinê tên, axivî.
Û bal kişand ser plana Hevbendiya Niştimanî û beşdariya jinê di piroseya siyasî de û bihêzkirina wê di hemû warên dîtir de, û dabînkirina derfetan di jiyana aborî û civakî de jêre, ji ber ku ew tişt dê beşdariyê di dijberiya tundiya li dijî jinê bike, û giringiya beşdariya jinê di karûbarê giştî de ronî kir, nemaze di warê siyasî û civaka sivîl û karê mafnasî de, da ku daxwazên wê herdem amade bin di dariştina siyaset û planên pirograman de.
Û Mûsa tekez kir ku dosya girtiyan dosyaya yekemîn e di tevaya civat û hevdîtinên navdewletî de, yên ku Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî li dar dixin, ji ber ku daxwaza herdem û berdewam ji Netewên Yekbûyî û dewletên xwedî bandor di dosya sûrî de û saziyên navdewletî ew e ku fişarê li rijêmê bikin, ji bo ku girtiyan serbest berde, û çarenivîsa windakiriyên kotekî eşkere bike.
Û endama Perlemana Ewropî ji ber Partiya Kesk ve Catherine Langnerbein li ser rola Perlemanê Ewropî di derxistina mîkanîzman de bo tundiyê li dijî jinê û nemaze jinên rastî tundiyê di girtîgehan de hatine, an piştî ku serbest hatine berdan, yên ku derdeseriyên urfên civakî li deverên alozî li wan hene de dîtine axivî.
Ji aliyê xwe ve pispora di piştgiriya derûnî de Dîma Herbat baldarî da mijara metirsiya rewşa derûnî ya jinên ku rastî çewsandina derûnî û tundiya di dema girtinê de an piştî ezmûna girtinê hatine, û li ser bandora derûnî ya ku ev kiryar li bal jinan dihêlin, û çawanî û mîkanîzma derbaskirina wan axivî.
Û Rêvebira Herêmî di rêxistina Kumên Sipî de Meryem Şemdîn li ser rola rêxistinên civaka sivîl di danûstandina li gel jinên rastî tundiyê hatine û bi taybet jinên girtî û yên rizgar bûne, û çi ne ew mîkanîzmên bikar tên di belavkirina hişyariyê de bo çareserkirina tundiya li dijî jinê axivî.
Û nivîskar û rojnamevanê Sûrî Ziyad Elminejid rola siyasetmedar û mafnas û rojnamevan û kesayetên xwedî bandor di belavkirina hişyariyê de nemaze di van curê dozan de diyar kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî