Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Dîma Mûsa û Hevrêzkarê Pêwendiyên Derve Ebdilehed Istêfo, li gel Serpereştê Nivîsgeha Demokrasî û Hikûmdariyê ya Ajansa Amerîka ya Geşepêdana Navdewletî Edward Gonzalez civiyan, û bi wî re rêyên hevkariyê ji bo pêkanîna nerîna Hevbendiya Niştimanî bo pêşxistina bakurê Sûriyê bi riya saziyên Hevbendiyê û di pêşî de Hikûmeta Sûrî ya Demkî gotûbêj kirin.
Û Cîgira Serok Dîma Mûsa şiroveyek li ser plana karê Hevbendiya Niştimanî û nerîna Hevbendiyê derbarê baştirkirina şert û mercên deverên rizgarkirî û pêkanîna aramiyê li wan deveran, bi rêya avakirina pirojeyên berdewamtir û peydakirina mercên pêwîst bo handana karsazan li ser veberhênanê û afrandina derfetên kar ji ciwanan re, da bihêle ku ew li ser axa xwe bimînin û neçarî penaberiyê li dewletên din nebin, pêşkêş kir.
Û Mûsa tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî kar ji bo baştirkirina asta xizmetguzariyên xwendin û tendirustiyê û piştgirîkirina veberhênanê di kartên çandin û pîşesaziyê de dike, ji bo baştirkirina rewşa jiyanê li deverê di dema rawestana çareseriya siyasî û cîbicîkirina biryara 2254an de, ya ku takerêya gihiştina çareseriyeke tam û berfireh e bo tevaya gelê Sûriyê li ser tevaya xaka wê.
Û Hevrêzkarê Ofîsê Ebdulehed Istêfo daxwaza lidarxistina civînên teknîkî li gel Ajansa Ameraîka ya Pêşxistina Navdewletî bi armanca çareserkirina pirsgirêkên ku deverên rizgarkirî rastiyê tên bi taybet di warê çandiniyê de bi hevkariya Hikûmeta Sûrî ya Demkî kir, her wiha dîtina çareyan ji bo pirsgirêkên perwerde û tenduristiyê.
Ji aliyê xwe ve, serpereştê Nivîsgeha Demokrasî û Hikûmraniyê ya Ajansa Amerîka ya Geşepêdana Navdewletî Edward Gonzalez amadebûna xwe ji bo hevkariyê derbarê dosyayên hikûmdariya bi şarezayî û demokrasiyê tekez kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî