Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ruba Hebûş, rapora karê xwe li pêşiya Desteya Giştî di civakên niha lidar dikevin de ya xola normal a 60î pêşkêş kir.
Û Hebûş şiroveyek li ser çalakî û civatên ku di dema bûrî de pê rabûye pêşkêş kir, û li ser yaneyên diyalogî yên ku tê de beşdarî kirine û ya herî girîng ya li gel Sentera Diyaloga Sûrî bû, ya derbarê nêzîkbûneke nû ji danûstandina li gel diyaloga Sûrî, û ya li gel Sentera Şain ya Lêkolînan derbarê zêdekirina hevkarî û karê hevbeş di navbera jinên Sûrî de axivî.
Û raporê kar û çalakiyên ku Desteya Jinê ya Sûrî û komîteyên wê pê rabûne û encamên workşopên kar û zincîra rahênanên ku li gel Yekîneya Pişrgiriya Aramiyê li deverên rizgarkirî û Tirkiyê di nav pirojeya Firansî de lidar dixin, yên ku armanc jê xurtkirina şiyanên siyasî yên jinên Sûrî û zêdekirina nûnertiya wê di navendên çêkirina biryarê de ye.
Û Hebûş bal kişand ser ku Desteya Jinê ya Sûrî dûzankirina hundirê mala xwe bidawî anî, û komîteyên wê li ser bidawîanîna pilanên karê wê di dema dahatî de nemaze di warê çalakî û civat û hevdîtin û destpêşxiriyên siyasî û civakî de yên ku dê nirx û dengê jina Sûrî bilind bikin dixebite, ji bo ku şiyanên wê di xebat û karûbarê gitşî de bidin pêş, daku têkevin xizmeta dozên jinên Sûrî de.
Û Hebûş temîniya pêwîstiya dîtina mîkanîzmên sûdar bo beşdariya jinê di kutle û desteyên siyasî de di riya rêxistinkirina karê jinê û çarçovekirina karê wê û rahênankirina jinan û rêxweşkirina jîngeheke siyasî û handanê ji endamên Desteya Giştî re kirin, her weha avakirina piran li gel partiyên siyasî û kutleyên siyasî ji bo ku roleke siyasî ya çalaktir ji jina Sûrî re hebe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî