Ofîsa Saziyên Civaka Sivîl ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîneke awarte li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û hejmaerk ji saziyên sivîl û yên hawarçûnê lidar xist, bo bersivdana lezgîn derbarê bahoza berfê yaku li xelkê me yê li bakurê Sûriyê dide.
Endamin ji herdu Desteyên Siyasî û yên Gitî yên Hevbendiyê û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa û nûnerin Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê û Maseya Çareseriyan û hejmaerk ji sazî û tîmên xwebexş li deverên rizgarkirî di civatê de amade bûn.
Û amadebûyan rêyên bersivdana vê bobelatê û pêşkêşkirina alîkariyên lezgîn bo xelkên ku ziyan dîtine gengeşe kirin, û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî xebatên hawarçûnê yên ku Hikûmet pê rabûye berçav kirin, û daxwaza kar li ser hevrêzkirina xebatan li gel Wezareta Rêvebiriya Xwecihî ji sazî û tîmên xwebexş kir, ji bo ku baştirîn xizmetkariyên gengaz bo kesên ziyan dîtine pêşkêş bikin.
Û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê şiroveyek tam û berfireh li ser pêdviyên xelkê kampan berî û piştî bobelata ku bi ser wan de hatiye pêşkêş kir, û serhejmariyên kampên ku ziyan gihaye wan û hewcedarî alîkariyên lezgîn in, şirove kir.
Û nûnerên sazî û tîmên xwebexiş li ser bersivdana ku pê rabûne bo hawarçûna xelkê kampan û yên ku ziyan dîtine û giringtirîn dijwariyên ku rastî wan tên axivîn.
Û kesên di civînê de li ser pêwîstiya dîtina stratîciyeke berfireh û tam yaku vê pirsgirêkê ji kok de bidawî bîne, û çareyên guncaw bo derbider û koçberan û jiyaneke rûmetdar û ewle bo wan pêkêş bike, ta bicihanîna çareyeke siyasî ya dadwer û berfireh yaku hêviyên gelê Sûrî pêk bîne, û vegereke ewle ji wan re bo deverên wan yên resen dabîn bike, axivîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî