Desteya Siyasî ya Hevbendiya Nitimanî ya Sûrî, civînek awarte duh sêşemê lidar xist, û tê de rewşa meydanî li bakur û rojhilatê Sûriyê û rewşa penaber û derbideran li kampên Libnanê û bakurê Sûriyê yê rizgarkirî di dema rewşa seqaya dijwar de ya ku dever tê re derbas dibe gengeşe kirin.
Û endamên Desteya Giştî di destpêka civakê de, spasiya destpêşxeriyên mezin ên ku saziya “Mulhem” ya xwebexş pêşkêş dike kirin, saziya ku di bin navê “Ta Konê Dawî” û helmeta “Ji Wan re Germahî be” yaku girûpek ji saziyên çalak yên li bakurê Sûriyê tê de kar li ser dabînkirina daxwaz û pêdviyên pêwîst bo derbiderên di kampan de dikin, daku germahiyê dabîn bikin û bandorên bahozên zivistanê derketine holê sivik bikin.
Û civîngeran tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina lezgîn ji rewşa li kampên bêserûber li bakur û rojhilatê Sûriyê kirin, û gengaziya veguhestina wan bo yekîneyin niştecîbûnê yên demkî daku wan ji serma zivistanê û germa havînê biparêzin.
Û cextî li ser giringiya hevrêziya karînan di navbera Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Encumenên Xwecihî de kirin, ji bo kar li ser veguhestina ji rewşa çareyên hawarçûnê berve bersivdana berdewam bibe, nemaze di dema berdewamiya sedemên ku nahêlin derbider û penaber vegerin malên xwe.
Û tekezî li ser pêwîstiya pêşkêşkirina piştevaniya tam ji Hikûmeta Sûrî ya Demkî re bi tevaya Wezaret û saziyên wê yên xizmetkar ve kirin, daku karibin xizmetkariyên xwe bê pirsgirêk ji xelkê me re pêşkêş bikin.
Û Desteya Giştî di civata xwe ya awarte de behsa dabînkirina mîkanîzm û danîna pilan û pirogramên niştimanî yên taybet bi koçberên kotekî kir, her weha pêwîstiya avakirina wezaretekê ku guhdanê bide karûbarên wan.
Û crxtî li ser pêwîstiya pêşkêşkirina piştevaniya tam bo penaberên Sûrî li Libnanê û bi taybet yên di kampên Ersal de kirin.
Û Desteya Giştî Ya Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî û saziyên navdewletî yên di warê mafên mirovan de kar dikin, daxwaza liveke lezgîn û yekser kirin, daku pêdviyên lezgînn û pêwîst bo bisedên malbatên ku li Libnanê dijîn dabîn bikin.
Û derbarê tiştê ku li parêzgeha Hesekê dibê, Desteya Giştî behsa pêşhatên bûyerên ku li wir çêdibin û pevçûnên tund yên ku di navbera milîsên PYDa terrorist û endamên Daişê yên terrorîst de têne der kir.
Û Desteya Giştî daxwaza pêwîstiya liveke lezgîn û pêşkêşkirina tevaya şêweyên piştgiriyê û alîkariyê bo sivîlan û kesên bi sedema pevçûnan derbiderbûne ji Netewên Yekbûyî û Xaça Sor kir, û çextî li ser pêwîstiya derbaskirina aliyekî mafnasî yê çavdêr kir, daku binpêkirinên dermafê xelkê me yê sivîl pêk tên bişopîne, nemaze piştî derketina nûçeyên ku bal kişandinin ser operasyonên tolhildanî û operasyonên kuştinê li taxa Giwêran, û hişyarî da ku operasyonên derbideriyê yên ku niha çêdibin ku bibin operasyonin koçberkirinê yên rêbazkirî ji aliyê milîsên PYD ve, bi armanca jînosaydkirinê.
Û Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî tevaya xebatên ji bo nûpergalkirin û yekrêzkirina yekîne û kutleyên leşkerî di bin rayedariya Aertêşa Niştimanî ya Sûrî de weke aliyekî berpisyar bilind nirxand, ji ber ku parastina ewlehiya deverên rizgarkirî û misogerkirina aramiya wê li ser milê wê ye, her weha rûbirûbûna astengiyên pêşerojê.
Û civîngeran spasî û rêz û hurmeta xwe ji tevaya endamên Artêşa Niştimanî ya Sûrî re diyar kirin, li ser alîkariyên wan di warê sivikkirina derdeseriyên xelkê me de, nemaze di vê heyama seqaya dijwar de, yaku kampên derbideran li bakurê Sûriyê têde dijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî