Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ruba Hebûş, rapora kar û çalakiyên xwe di heyama bûrî de li pêşiya Desteya Siyasî ya ku îro çarşemê li dar ket, pêşkêş kir, û têde li ser beşdariya xwe di workşopên siyasî yên derbarê bandora operasyonên normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed li dar ketine de, herweha çalakiyên Desteya Jinê ya Sûrî, axivî.
Û Hebûş behsa çalakiya ku Desteya Jinê ya Sûrî di roja Jinên Cîhanê de pê rabûye kir, û got ku wê di wê çalakiyê de tekez kir ku Roja Jinê ya Cîhanî ne tenê ji bo pevguhartina pîrozbahiyan e, lêbelê ew ji bo kar û tekezkirina li ser mafên jinê ye, û ku rê li pêşiya jina Sûrî hîn dirêj e, û xebata Reîfe Semî’h û endama Desteya Jinê ya Sûrî Fetûm Rezûq ên ku di erdheja wêranker ya ku li Sûriyê û Tirkiyê Xistiye de jiyana xwe ji dest dan, her weha xebata Dr.Besme Qedemanî ya ku xwedîya rol û bandoreke mezin bû di karê siyasî yê şoreşa Sûrî de, bibîr anîn.
Û derbarê nûnertiya jina Sûrî û beşdariya wê di laşên siyasî de, Hebûş tekez kir kêmasî di saziyên şoreşa Sûrî de hene ji encama qalibkirina karê jinan ya ku rol û xebata wê sînordar dike, û divê xalên destnîşankirî û yasa bên danîn, da ku jin ne li gor koteyê lê li gor şarezabûn û pisporî û beşdariyên xwe yên cidî yên ku dikarin pêşkêş bikin derbasî wan saziyan bibin, û jin weke endamên çalak ên civaka Sûrî bên dîtin.
Û behsa pêwîstiya kar û bizavê kir ji bo dabînkirina derfetên xwendin û rahênanê ji jinan re, da bigihêjin karîn û pisporiya pêwîst û beşdariyê bi awayekî çalak di sazî û sektorên cihêreng de bikin, û xwest ku wekhevî di derfetan de hebe, û astengiyên ku rê li ber vê yekê di jiyana giştî û siyasî û aborî de digirin, nemînin.
Û tekez kir ku çi pêşketineke rasteqîn di avakirina pêşerojeke geş de bo Sûriyê pêk nayê, eger danûstandina li gel jinê ne wek hevparekî bingehîn û kartêker di hemû waran de be, û raman û nerînên qalibkirinê yên ku dibin asteng li pêşiya pêşketina jinê neyên guhertin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî