Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Behcet Eletasî, tekez kir ku hatina navê Sûriyê di serê lîsteya dewletên erebî yên herî hejar di sala 2022an de, tiştekî texmînkirî ye di dema berdewamiya rijêma ku şerê gel bi hemû rê û şêweyên berdest dike, ji bo kontrolkirina şiyanên welêt ji aliyê girûpeke desthilatdar ve.
Û Eletasî îro di daxwiyaniyin taybet de, got ku Sûriya bûye dewleta herî wêrankirî di cîhanê de, û ji ber siyasetên têkçûyî yên vê rijêmê, di hemû sektorên aborî de, gihiştiye asta herî nizim a geşepêdanê, di demekê de ku wezîrên rijêma Esed derdikevin û pesnê xwe didin û bi quretî dibêjin ku Sûriya rikberiyê bi dewletên herî girîng ên cîhanê re di warê dewlemendiya bi madenan de dike.
Û Eletasî got ku dewleta ku bi hesin û agir şerê gelê xwe dike, û zêdetir ji 12 salan e hemû cureyên çekên kuştinê bikar tîne, qet xema xweşiya welatiyên xwe naxwe, û da zanîn ku cenga rijêmê li dijî gel bû sedema têkdana jiyana aborî bi awayekî tam li seranserê welêt, û debara jiyanê di dema tinebûna kar û pirbûna hejariyê de bûye wek xewnekê.
Hêjayî gotinê ye ku Sûriya sala bûrî di rêza dewletên erebî yên herî xirab de bû, ji ber ku piştî Zimbabwe û Venezuela di rêza sêyem de hat, ev jî li gorî lêkolîneke ku ji aliyê Profesorê Aboriyê Steve Hanke ve li zanîngeha “Johns Hopkins” a Amerîkî hatiye amadekirin, derbarê lîsteya pîvana xerabiyê ya sala bûrî.
Û aliyê ku lêkolîn amade kiriye diyar kir ku ne tiştekî seyr e dema Sûriya di pêşî de were, ji ber ku di nav dewletên erebî de di rêza yekem de ye, û di cîhanê de di rêza sêyemîn de ye, û nîşana hejariyê li gorî lêkolînê, li gor rêjeya bêkariyê û ya inflasyonê û qebareya deyndanê û guhertina di dahata her endamekî welat ji berhemdana xwecihî ya tevahî de ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî