Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî berdewamiya helmetên revandina zarokan bi armanca leşkerkirina neçar ji aliyê milîsên PYDe yên terorîst ve li deverên di bin kontrola wê de, şermezar kir, û ji civaka navdewletî xwest ku piştgiriya xwe ji van milîsan re rawestîne, û ji wan bixwaze ku girtiyan serbest berdin, û dev ji revandin û leşkerkirina zarokan berdin.
Û endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ebdilbasit Ebdilletîf, got ku operasyonên revandinê ji aliyê milîsên PYDe yên terorîst ve bi armanca leşkeriya neçar hîn berdewam in, û daxwaza fişarê li ser wan milîsan kir, ji bo girtiyên li bal xwe, ku herdû zarokên bi navê: Esîl Mihemed Hacî Hesen û Peyal Eqîl di nav wan de ne, serbest berdin.
Û Komîteya Sûrî ya Mafên Mirovan, revandina zarokan ji hêla milîsên PYDe yên terorîst ve û bikaranîna tundiyê dijî malbatên wan ên ku daxwaza vegerandina zarokên xwe kirine, şermezar kir, û daxwaza vegerandina yekser a zaroka revandî Esîl Mihemed Hacî Hesen bo malbata wê û destberdana ji xwarina gefan dijî malbata wê kir.
Û bangewaziya Komîteya Sûrî amaje bi wê yekê kir ku milîsên terorîst ên PYDe bi awayekî berdewam û rêbazkirî rêkeftina ku bi Netewên Yekgirtî re ya bi navê (Plana Kar) a ku di 1ê tîrmeha 2019an de hatiye îmzekirin, û rêgirtin û bidawîkirina leşkerkirina zarokên di bin temenê 18 salî de têde hatiye, binpê kiriye .
Û Komîteyê di bangewaziya xwe de bang li dewletên ku piştgiriya milîsên PYDe û dezgehên wê yên serkutkirinê dikin kir, da fişarê li wan milîsan bikin, ji bo pabendiyê bi rêkeftin û peymanên navdewletî yên taybet bi zarokan û mafên mirovan bi giştî bike, û çavên xwe ji kiryarên wê yên serkutkirinê negirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî