Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ruba Hebûş, cext li ser girîngiya destûra welêt û pêwîstiya beşdarbûna ciwanên şoreşa Sûriyê di danîna bingeha wê de kir, ji ber ku destûr dergehê derbasbûna pêşeroja Sûriyê ye.
Û bi boneya birêketina gera nû ya Komîteya Destûrî, roja duşema bûrî li Cinêvê, Hebûş di gotareke xwe de got “ tevî ku rijêma Esed sazî û dezgehên dewletê bi temamî kiribûn bin kontirola xwe, lê dîsa jî hewcedarî guhartina destûrê bi rengekî ji remgan bû, daku desthilata xwe rewa bike, ji ber ku destûr stûnekî sereke ye di avakirina dewletê de, û ti hukumdarî rewa nabin bêyî hebûna destûrê, ger ew guhertin tenê bi nav be jî”.
Û bal kişand ser şanoya cihê pêkenînê ya ji aliyê perlemanê bi nave Encûmana Gel yê rijêma Esed hat pêşkêşkirin, dema di çend kêliyan de distûr guhert, daku Beşar Elesed dest deyne ser desthilatê.
Û Hebûş got ku dewlet ne tenê destûr e, lê destûr dimîne dergehê derbasbûna berve dewleteke nû, û bingeha rêkeftina civakî ye, yaku di riya wê re têklî di navbera pêkhatên civakê ji aliyekî ve, û dewletê û civakê ji aliyekî din ve tête dariştin.
Û Heboş tekezî li ser girîngiya destûrê ji sûriyan re, û pêwîstiya beşdarbûna ciwanên şoreşê di dariştina wê de kir, ji ber ku destûr gaveke girîng e ji gelek gavên di riya veguhestina siyasî de li gorî biryarên navdewletî yên girêdayî bi pirsa Sûriyê û di serî de biryara 2254.
Û Hebûş bal kişand ser girîngiya avakirina pirên pêwendiyê li gel ciwanan û guhdariya nerînên wan, û beşdariya wan di dariştina destûra Sûrî ya nû de, daku pêşeroja welatê wan li gor daxwazên wan be, û wan li ser vegerê han bide, daku ew şarezahiyên ku di salên koçberiyê de wergirtine têxin xizmeta pirosesa avakirinê.
Û Hebûş tekez kir ku rijêmê bi dirêjiya salên hukumdariya xwe , tevna civaka Sûrî li ser bingehên mezhebî û deverî û netewî û êlî ji hev xist, û got ku”ew tevin nayê hev bêyî girêbesteke civakî ya nû, li gorî destûreke serdemî ya hêviyên vî gelî pêkbîne, û yekîtiya wî vegerîne li gorî pîvanên demoqrasî û azadî û mafên mirovan”.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser girîngiya beşdariya ciwanan di danîna destûrê de, û berdewamkir û got “ Ez wek ciwaneke Sûrî ya kariye bighêje pileyeke siyasî di saziyên şoreşê de, hêvî dikim ku dengê ciwanên şoreşger bim, û daxwaza guhdarkirina li dengê ciwanên şoreşa sûriyê dikim, û bihêlin ew di kar de beşdar bin, ji bo avakirina destûreke serdemî ji dewleta demoqrt a çavrêkirî re”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî