Di hundir pilana Hevbendiya Niştimanî Sûrî ya xurtkirina pêwendî û hevkarî û hevrêziyê li gel tevaya pêkhat û deste û kesayetên niştimanî yên desteya giştî ya Hevbendiyê û yên dîtir de, Serokê Hevbendiya Niştimanî, D. Nesir Elherîrî, û Cîgirê Serok, Rûba Heboş, bi Şandek ji Şepêla Pêşeroj ya Sûrî re, bi Serokatiya Emîndarê Giştî yê partiyê, D. Nezîr Elhekîm, û heyşt ji rayedarên partiyê civiya.
Û amadebûyan dawîtirîn pêşhatên siyasî û meydanî, nemaze rewşa deverên rizgarkirî û pirosesa siyasî gengeşe kirin.
Û bal kişandin ser ku karekî navdewletî dibe ji bo nûkirina mîkanîzmên dorpêçkirina rijêma Elesed û siposerên wê, û dîtin ku derketina Yasaya Qeyser guhartinin mezin di nerîn û siyaseta hin dewletan de çêkirin.
Û amadebûyan pilana karê Hevbendiya Niştimanî di qonaxa dahatî de yaku armanca wê çakkirina ketwarê Sûriyan li Sûriyê û derve û guhdana pirsgirêkên wan û dîtina çareseriyan gengeşe kirin.
Û tekez kir ku şoreşa Sûrî dê di qonaxa dahatî de rastî astengiyên mezin were, û pêdviyeke mezin di warê hevkarî û hevrêziyê de heye, her weha yekgirtina tevaya pêkhatên Hevbendiya Niştimanî ji bo rûbirûbûna wan astengiyan heye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî