Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya D. Nesir Elherîrî, îro çarşemê, li gel Şandeke Emrîkî ya bi Serokatiya Şanderê Emrîkî yê Taybet bo Sûriyê, Joel Rayburn, li baregeha Balyozxaneya Emrîkî li bajarê Istenbolê civiya.
Û herdû alî li ser dawîtirîn pêşhatên siyasî û meydanî û bi taybetî pêşveçûnên pirosesa destûrî axifîn, û Serokê Hevbendiya Niştimanî salixa hevdîtinê bi “erênî û zelal” da.
Û Elherîrî tekezî li ser rola giring ya Emrîka di piştgiriya doza Sûriyê de kir, her weha pêwîstiya bikaranîna fişaran li ser rijêma Elesed û piştgirên wê, daku tevlî pirosesa siyasî ya domdar bibe, ta bighêjin cîbicîkirina bi temamî ji biryara 2254 re.
Û herdû aliyan cezayên Emrîka li ser rijêma Elesed û piştgirên wê di çarçoveya Yasaya Qeyser de gengeşe kirin, û nirxandina encaman nemaze piştî derketina lîsteya sêyemîn ji cezayan kirin, û Şandê Hevbendiya Niştimanî daxwaza têxistina kesayetin Rûsî û Îranî di hundir lîsteya cezayên nû de kir.
Û amadebûyan behsa ketwarê pirosesa siyasî, û pêşdeçûnên karên Komîteya Destûrî ya Sûrî a ku niha li Cinêvê li dar ketiye kirin, ji ber ku ew dergehê derbasbûna pirosesa siyasî ye, û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser vekirina sepetên din kir, û di hundir wê de pêkanîna jîngeheke aram û bêalî daku bihêle çareya siyasî bi tevaya beşên xwe cîbicî bibe.
Û herdû aliyan rewşa deverên rizgarkirî û bi taybetî tewanên rijêmê û piştgirên wê dijî sivîlan, û hewildanên wan ên pêkanîna operasyonên leşkerî yên nû gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî