Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdulmejîd Berekat, bi awayekî serhêlî beşdarî di komcivîneke diyalogê, ya ku ji aliyê Yekîneya Piştgiriya Aramiyê ve li bajarê Gazîentabê bi sernavê “Rikberiya Sûrî û Piroseya Siyasî” li dar ketiye kir, û endamê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Tariq Elkurdî têde amade bûye, û mêvandariya 14 xwendekarên kur û keç ên pirograma (Rêveberiya Pevçûn û Karê Mirovahî) li Peymangeha Dewha ya Xwendinên Masterê kir.
Û Berekat di Komcivînê de behsa pêşhatên piroseya siyasî û rola Hevbendiya Niştimanî di wê de û hewildanên cidî û berdewam ji bo aktîvkirina piroseya siyasî bi hevkariya aktorên dosya Sûriyê ji bo cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî karûbarê Sûriyê, û di pêşî de biryarên 2118 û 2254, û gihiştina veguheztineke siyasî ya tam li Sûriyê kir.
Û Berekat tekez kir ku rijêma Esed kar li ser astengkirina hemû rêyên çareseriya siyasî bi piştevaniya Rusya û Îranê dike, hevdemî necidîbûna civaka navdewletî di danûstandina bi dosya Sûriyê re, ya ku gelê Sûriyê bêhêvî kiriye, li gel tawanên ku rijêm û hevalên xwe dermafê sivîlan pêk tînin.
Û Berekat bal kişand ser wê yekê ku hewlên berdewam hene ji bo ku dosya siyasî ya Sûriyê li ser maseya civaka navdewletî zindî bimîne, û neyê pejirandin ku doza Sûriyê tenê di warê mirovî de bimîne, û cext kir ku çareseriya siyasî û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê armanca hêzên şoreşger û rikberiya Sûriyê ye.
Û bal kişand ser wê yekê ku rêveberiyeke siyasî ya rasteqîn li bal civaka navdewletî ji bo cîbicîkirina çareseriya siyasî ava nebûye, ya ku armanca sereke ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bû, ji ber ku civaka navdewletî heta niha di qonaxa birêvebirina kirîzê de kar dike, ne di qonaxa çareserkirina wê de, wê yekê jî bandoreke mezin li xebata siyasî kir.
Û Berekat anî ziman ku helwesta sist ya civaka navdewletî li ser hêzên fermî yên şoreşger û rikberiya Sûriyê sepand ku erkên rêvebirî û cîbicîkar û xizmetguzarî pêk bînin, û wan hewlên mezin dan ji bo nîşan bidin ku Sûrî dikarin rêvebiriya karûbarên xwe yên jiyanê bikin, lewra hewleke berdewam heye ji bo pêşxistina deverên rizgarkirî û bihêzkirina Hikûmeta Sûrî ya Demkî û saziyên wê ji bo birêvebirina wan deveran.
Û Berekat li ser doza Filistînê axivî, û behsa wekheviya tiştên ku bi serê herdû gelên Sûrî û Filestînî tên, di riya tawanên qirkirinê yên komî û girtin û koçberkirina kotekî re kir, û ku çawa wan ji mal û deverên niştecihbûna wan ya resen koçber dikin, û tekezî li ser helwesta hêzên şoreş û rikberiya Sûrî û gelê Sûriyê di piştevaniya doza Felestînê de li dijî dagîrkeriya Israîlî kir, ji ber ku helwesteke neguhêr e di wijdanê gelê Sûriyê de, berovajî helwesta rijêma Esed ya ku bazirganiyê bi doza Filestînê dike, û bi dizî jî hevkariyê li gel dagîrkeriya Israîlî dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî