Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî Elbehra û Şanda pêre, civînek li gel Encûmena Xwecihî ya bajarê Girê Sipî li gundewarê parêzgeha Reqayê li dar xist, û bi serok û endamên encûmen re civiya, û bi wan re rewşa bajêr û rêyên başkirina xizmetguzariyan li deverê gotûbêj kirin.
Û Şanda Hevbendiyê ji endamên Desteya Siyasî Ebdulehed Istêfo, Ebdulbasit Ebdulletîf û Mihemed Elî Îsa û Endamên Hevbendiyê Hisên Elraad, Mihemed Elhemdo, Mustefa Elhemîde pêk dihat, her wiha Wezîrê Çandiniyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de Hayil Elkeleş.
Û Şandeyê rêyên dabînkirina pêdiviyên xelkê û başkirina rewşa kesên ku vegeriyane deverên xwe, û girngîdana pêşxistina deverên rizgarkirî û hewldana rakirina dorpêça li ser deverê gengeşe kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra, xebat û keda encûmena xwecihî ya bajarê Girê Sipî tevî rewşa dijwar a ku dever têre derbas dibe bilind nirxand, û tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina xizmetguzariyan li gorî pêdawîstiyên sivîlan kir.
Û Elbehra bal kişand ser giringiya karê ji bo piştgirîkirina çavkanî û şiyanên Hikûmeta Demkî, ji bo vejandina deverê di warê aborî de û afrandina mîkanîzmayên nû ji bo vekirina rêyê li ber çûn û hatina bazirgan û pîşesazan ji bo tevbigerin û kar bikin, her wiha giringiya gihandina nan bo hemû gund û bajarokan.
Ji aliyê xwe ve Serokê Encûmena Xwecihî ya bajarê Girê Sipî Salih Elhac Ebdullah, giringiya nûavakirina nanpêjxane û rêvebiriya nifûsê û tomargeha sivîl diyar kir.
Û bal kişand ser wê yekê ku di heyama dawî de, du nexweşxaneyên ku xizmeta 168 hezar kesî dikin hatin avakirin, û Encûmen 30 ton nan dabeş dike, û piştgiriya zarokên sêwî yên bisedên malbatan dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî