Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdilhekîm Beşar, beşdarî di Sîmînareke lêkolînî de li bajarê Hewlêrê li Herêma Kurdistana Îraqê li ser kurdên Sûrî û bijardeyên wan kir, bi amadebûna komek ji rewşenbîran û navendên lêkolînê û nûnerên partiyên kurd.
Û Beşar di peyva xwe de tekezî li ser pêwîstiya têkliyên li gel rikberiya Sûrî û bi taybet bi Hevbendiya Niştimanî re kir, ji ber ku nerîna wê ya siyasî derbarê rêzgirtina mafên tevaya netew û olan zelal e, û kar li ser cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî rewşa Sûriyê dike, ji bo gihîştina çareya siyasî ya berfireh a ku piralîbûna siyasî beşek jê ye, û serdema stemkariyê bidawî dike.
Û Beşar bal kişand ser ku karekî cidî ji hêla Hevbendiya Niştimanî û saziyên wê yên cîbicîkar ve bo çareserkirina zêdegaviyan û misogerkirina vegera derbider û koçberan bo xak û malên xwe heye.
Û Beşar derdeseriyên ku kurdên Sûrî li ser destê rijêma Esed dîtine û redkirina wê ya berdewam ji çi çareyê ji doza kurdî re şermezar kir, û cext kir ku bijardeya stratîjîk ya gelê Kurd ew e ku di nav rêzên şoreşa Sûrî û Hevbendiya Niştimanî de bin, her wiha kûrkirina têkliyê li gel tevaya saziyên şoreşgerî û sivîl û vekirina diyalogeke zelal bi wan re derbarê tevaya pirsgirêkên ku bandorê li vê têkliyê dike.
Û tekezî li ser giringiya avakirina pireyên baweriyê bi gelê Sûrî bi tevaya pêkhateyên civaka wê re kir, her wiha avakirina hevbeşiyeke stratêjîk bi wan re, da ku karibe mafên tevaya pêkhateyên gelê Sûriyê û pêkanîna guhertina demoqrasî li welêt dabîn bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî