Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîna xwe ya rolane îro pêncşemê li dar xist, û li raporên Cîgirên Serok û Emîndarê Giştî û Hevrêzkarê Ofîs û Girûpan guhdarî kir, her wiha behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra şiroveyek li ser karê xwe di heftiya bûrî de û civînên ku bi hevaltiya Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî li gel Nûnerê Navdewletî û Nûnerên Ingiltere û Fransa bo Sûriyê di dema beşdarbûna wan di Platforma Dewha de li dar xistine pêşkêş kir.
Û Cîgirê Serok Ebdilmecîd Berekat çalakiyên xwe yên bi hevaltiya Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî li hejmarek ji deverên rizgarkirî û rabûna wan bi vekirina hejmarek ji pirojeyên xizmetkarî yên girîng û xwedî bandor û domdar berçav kir.
Û Cîgira Serok Dîma Mûsa li ser beşdariya xwe di kongirê salane yê Berevaniya Sivîl ya Sûrî yê ku li bajarê Edenê yê Tirkiyê li dar ketibû de, ku ji ber serokê Hevbendiyê ve amade bibû axivî, û behsa amadekariyên dahatî bo çalakiyên ku wê Desteya Jinê ya Sûrî pê rabe kir.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serok Ebdilhekîm Beşar behsa beşdarbûna xwe di sîmînareke lêkolînî de li ser Kurdên Sûriyê û bijardeyên wan kir, têde tekez kir ku bijardeya stratîjîk ji bo Kurdan mayîna wan di nav rêzên şoreşa Sûriyê û Hevbendiya Niştimanî de ye, her wiha kûrkirina têkiliyan bi hemû saziyên şoreşger û sivîl re, ta ku daxwazên gelê Sûriyê yên azadî, rûmet û demokrasiyê pêk werin.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Heysem Rehmê, şiroveyek li ser rêvebirina kar di Emîndariya Giştî de û raporên karên beşên wê pêşkêş kir, û Desteya Siyasî li raporên li ser xebatên Nûnergehên Hevbendiya Niştimanî li hin paytextên navdewletî guhdarî kir.
Û Hevrêzkarê Girûpa Lêkolîn û Şêwirên Stratîjîk û Belgekirinê Ebdella Gado, hejmarek ji lêkolînan wek kurteyeke analîzkirinê derbarê têkliyên aborî di navbera Îran û rijêmê de di dema fişarên Îranê ji bo vegerandina deynên xwe yên li rijêmê berçav kir.
Û Endamê Desteya Siyasî Enes Elebde, xwendinek siyasî li ser dosyayên cîhanî û herêmî yên ku wê bandora wan li ser dosya Sûriyê di sala dahatî de hebe pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî