Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulhekîm Beşar, duh yekşemê, li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Iraqê, bi nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd ENKSe re civiya, û şiroveyek derbarê dawîn pêşhatên siyasî yên girêdayî dosya Sûriyê û rewşa herêmî û navdewletî û piroseya siyasî ya sûrî pêşkêş kir.
Beşar bal kişand ser kiryarên terorîstî yên ku ji aliyê girûpên çekdar ên ser bi milîsên PYDê ve pêk tên, ku di hefteya derbasbûyî de wan milîsan hin ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurd û yên partiyên wê şewitandin, û ya dawî şewitandina ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriya li bajarê Dêrikê bû.
Beşar bi tundî ev kiryarên tawankarî yên ku armanca wan belavkirina nearamiyê di nav xelkê de ye şermezar kirin, û daxwaz ji welatên pêwendîdar kir ku fişarê li ser çekdarên PYDê bisepînin da van kiryarên tirsandinê rawestînin, her weha xwest ku navê “Rêxistina Ciwanên Şoreşger” têxin nav lîsteya rêxistinên terrorist de .
Beşar tekezî li ser peywendiyên stratejîk di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê de û pêwîstiya avakirina pirên baweriyê di navbera kurd û pêkhateyên Sûriyê de kir, û ev yek wek giringiyeke pêşîn dît, her weha got ku divê xweşkirina têkiliyan bi welatên cîran re li ser bingeha xurtkirina aştî û aramiyê li Sûriyê û derdora wê be.
Di dawiya civînê de, piştî bersivdana pirsên kesên amade, Cîgirê Serok amaje bi wê yekê kir ku pêwîst e Kurd avakirina pirên baweriyê û peywendiyan bi hêzên şoreş û opozisyona Sûriyê re bi pêkhateyên wê yên curbecur ve berdewam bikin, û têkiliyên wan ên baş bi welatên cîran re hebin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî