Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, bi tundî bombebarankirina berdewam a hêzên rêjîmê li ser cihên sivîl û jiyandarî li navçeyên rizgarkirî li bakurê Sûriyê, ku di encamê de bi dehan qurbanî ketin ji destpêka îsal ve, û qurbaniyê dawî zarokê bi navê Mihemed Taha Hemîko duh yekşemê li gundê Daret Ezzê li gundewarê Helebê bû, dema otombêla ku ew û birayê wî ji dibistanê vediguhastin mala wan, bi mûşekeke hêzên rêcîmê hate armanckirin, şermezar kirin.
Berevaniya Sivîl a Sûriyê got ku hêzên rêjîmê duh, yekşemê, otombîleke sivîl a zarokên ku ji dibistana xwe vedigeriyan malên xwe li gundê Darat Ezza li gundewarê Helebê, bi mûşekeke arastekirî kirin armanc, û di encamê de zarokek hat kuştin û 3 sivîl hatin birîndarkirin, 2 ji wan zarok bûn û rewşa yekî ji wan metrsîdar e, ew jî birayê zarokê ku hatiye kuştin e.
Her wiha hêzên rêjîmê duh, yekşemê, bi balafirên xwekuj êrîşek li ser deverên rizgarkirî li Deşta El-Gab li gundewarê Hemayê pêk anîn, ew êrîş dabeşî 2 beşan bû, ya yekem dijî otombîleke sivîlan li gundê El-Zeqûm bû, û ya din dijî otombîleke sivîlan li gundê Hemîdiyê bû, her weha du êrîşên din ên ku zeviyên çandiniyê li nêzîkî malên sivîlan li bajarokê Qestûn kirin armanc.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez kir ko bikaranîna mûşekên arastekirî û dironên xwekuj li dijî sivîlan, rêbaza rêjîmê ya armanckirina bi mebest ji deverên sivîlan û cihên jîndariyê re piştrast dike, ji ber ku ev şêwaz ji her kesî re eşkere bûye ku armanca wê ew e niştecih hest bi ewlehiyê nekin û aramî li navçeyên rizgarkirî têk biçe, û jiyana xelkê li wê derê têxe metirsiyê.
El-Behra amaje bi pêwîstiya dana bersiveke cidî ya navdewletî ji van êrîşên terorîstî re û rawestandina wan a yekser bi rêya cîbicîkirina tam ji biryarên navdewletî yên der barê Sûriyê re û bi taybetî biryarên 2118 û 2254 kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî