Duh, Sêşemê, Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Ebdulhekîm Beşar li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Iraqê, semînarek derbarê medyaya kurdî û bi taybetî medyaya dijminane ya ku medyaya Partiya Karkirên Kurdistanê û destekên wê nûnertiya wê dikin lidar xist.
Cîgirê Serok di semînarê de, ya ku bi dehan pisporên medyayê tê de beşdar bûn, behsa ketwara medyaya kurdî li Sûriyê kir, û medyaya niha li ser çar beşan dabeş kir, û medyaya dijminatiyê ya Partiya Karkerên Kurdistanê û destekên wê li Sûriyê di serê lîsteyê de ye, û ew têkoşîna kurdan dişêwîne û dijminan ji wan re li dervî sînoran çêdike.
Beşar behsa medyaya ast-nizm a ku roniyê dide ser mijarên pir biçûk û ne giring, çi hizbî û çi siyasî be, û bi awayekî sîstematîk wan mezin dike bi armanca mijûlkirina xelkê bi tiştên ne giring.
Beşar amaje bi “mêşên elektironî” kir, wek ew girûpên ku ji aliyê rêjîma Esed ve hatine bikaranîn û ji erkin taybet re terxankirî ne, wek şêwandina wêne an navûdengê hin kesên destnîşankirî ji kesayetên rikberên rijêma Sûriyê.
Beşar bal kişand ser wê yekê ku medyaya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û partiyên wê û partiyên din ên niştimanî û herwiha piraniya rojnamevanên serbixwe, nûnertiya medyaya cidî dikin, lê di heman demê de tekez kir ku hîn jî kar û xebata vê girûpê kêmî asta tê xwestin e.
Di derbarê pêşvebirin û aktîvkirina karûbarê medyayî yê ku tê xwestin de, Cîgirê Serok tekezî kir li ser pêwîstiya dariştina gotareke siyasî ya zelal li bal Encûmena Niştimanî ya Kurdî û partiyên din ên Kurdî, û ronîdana ser xalên lawaz tê de bi awayekî akadîmî û pêşkêşkirina pêşinyaran ji bo çareserkirina wan, û diyarkirina xalên erênî û pêşxistina wan da li ser wan were avakirin, û peydakirina medyakarên xwedan şiyan ku karibin qonaxa niha birêve bibin, û dûrketina ji nerîna partîtî ya teng û meşandina siyaseteke ragihandinê li ser bingeheke niştimanperwerî û berfirehkirina gotarê ber bi kêşeyên niştimanî û danûstandina erênî li gel wan mîna ku pirsgirêkên taybet bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî