Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekezî li ser giringiya hevkariyeke bibandor di navbera saziyên hêzên şoreş û opozisyonê û rêxistinên civaka sivîl ên Sûriyê de kir, ji bo pêşkêşkirina raman, pêşniyar û planên paşerojê bi armanca pêşxistina bakurê Sûriyê.
Sibe roja pêncşemê dê li bajarê Gazîentabê komxebateke hevbeş ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve bi sernavê “Plana Niştimanî ya Hevbeş ya Pêşxistina Bakurê Sûriyê – Hevtemamkirina Rolan” were lidarxistin, bi amadebûna nêzîkî 35 rêxistinên civaka sivîl ên Sûriyê, ji bo gotûbêjkirina rêziknameyên pêwîst ji bo kontrolkirina pêwendiyan û pêdawîstiyên pêkvejiyanê, û lêkolînkirina beşên cografî li gorî bandor û têrêkirina mirovî, herwiha çavkaniyên xwemalî û rêyên dagirtina kêmasiyan.
El-Behra tekez kir ku ew di wê baweriyê de ye ku hevkariya di navbera hemû Sûriyan û sazî, rêxistin, sendîka û pisporên teknîkî de, dê têkeve xizmeta hewlên ji bo sivikkirina trajediya niştecihên herêmên rizgarkirî, bi rêya bihêzkirina karînên Sûriyan û pêşxistina twanên wan ên kesayetî, û sûdewergirtina tam ji piştgiriya ku ji destpêşxerî û projeyên piçûk re tê peydakirin.
El-Behra got: “Bijardeyek tenê li pêşiya me heye ew jî rûbirûbûna kêşeyên mezin ên em tê de dijîn e, di dema kêmbûna bicîanîna welatên bexşkar ji sozên xwe yên alîkariyên mirovî re, ku dibe sedema bêhtirkirina êş û azarên Sûriyan li ser hemû astan.”
El-Behra bi navê hemû gelê Sûriyê spasiya wan welatên ku di pêşkêşkirina alîkariya mirovî de berdewam in û erkên xwe bi cih tînin kir, ji ber ku ew rê dide Sûriyan da xweragir bimînin di dema berdewamiya trajîdyaya ji berî bêhtir ji deh salan de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî