Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hişam Merwa got ku nerîna Hevbendiyê bo şerê tirorê ku mebesta wê qirkirina wê ji Sûryay ye eger ne bi pêkanîna desteyek fermandariya veguhêz be ku serkêşiya Sûriyan bike û tirorê ji hev bixe û bidawî bike bi cî nayê.
Merwa berdewam kir ku tirora rejîma Esed jêdera tirorê li Sûrayê ye, û wî bi xwe ew vexwendî Sûrî kirin, çi ji heval û çi ji dijminên xwe, û destnîşan kir ku koçkirina Esed ji desthilatiyê seqaya rastîn bo bidawîkirina rêxistina Daişê misoger dike.
Merwa diyar kir ku çi hevpeymanî armanca wê bidawîkirina tirorê be, hewcedarî hêzên cedî li ser erdê ye, û tekez ev hêz ne yên Esed in, lê belê ew desteya fermandariya veguhêz e ku xwedî desthilatiyên tekûz e, li gor daxuyaniya Cinêvê.
Jêder: Hevbendî